Jinek li Semsûrê hat kuştin 2024-07-19 20:30:19     SEMSÛR - Li Semsûrê zilamê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir.    Li taxa Bahçelîevlerê ya navenda Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer êrişî hevjîna xwe Esma Bîçer (41) kir û ew qetil kir. Kujer Bîçer cenazeyê Esma Bîçerê xist kîsekî û avêt baxçeyê malê. Bêhna cenaze li derdorê belav bû û cîran cînayetê ferq kir û agahî dan tîmên tenduristiyê.    Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya dewletê.    Lêpirsîn hat destpêkirin û kujer Bîçer hat binçavkirin.