Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin 2024-07-11 13:52:36   AMED - Hesabê kurdî JINNEWS’ê yê platforma X’ê (twittter) hat astengkirin.    Hesabê kurmancî JINNEWS’ê @KurmanciJINNEWS yê platforma X’ê (twitter) ji aliyê X’ê ve hat astengkirin. Ji bo astengkirina hesab tu hincet nehat nîşandan. Berê jî hesabên ajansê @JinNewsKurdi, @JinnewsaKurdi, @JinnewsKurmanci û @KurdiJinnews hatibûn astengkirin. Bi vê girtinê ango astengkirinê re ev bû hesabê 5’emîn ê JINNEWS’ê yê kurmancî tê astengkirin.