Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev 2024-07-09 19:22:22   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a DBP'ê der barê şerê taybet û têkoşîna zayendî ya jinan li Şirnex û Silopiyayê bi jinan re civiya.   Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnex û navçeya wê Silopiyayê têkildarî şerê taybet û têkoşîna zayendî ya jinan bernameya atolyeyê ya jinan li dar xist. Atolyeya ku li Şirnexê hat li darxistin hevserokên DBP û DEM Partî yên Şirnexê hevberdevka meclisa jinan a DBP Berivan Bahçeci, endama MYK a TJA Berivan Halen İşik, parlamentera DEM Partî ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş û gelek jin tevlî bû. Di atolyeyê de li ser bandora şerê taybet li ser jinan û li dijî şerê taybet girîngiya têkoşîna jinan hat axaftin.    Bernameya ku li Silopiyayê hat li darxistin, Hevşeredara Silopiyayê Jiyan Ormanli, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiye ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek jin tevlî bûn. Di atolyeyê de endama MYK'ê ya DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet. Çelîkbîlek anî ziman ku pergal herî zêde êrîşî hebûn û nasnameya jinê dike û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li dijî jinan tên meşandin. Çelîkbîlek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên me ji bo ji nasname û rêxistinbûna xwe dûr bixin, dixin nava qirejiyan. Di demên dawî de qetlîamên jinan jî zêde bûne. Ev yek ji polîtîkayên dewletê yên li hemberî jinan tên meşandin in."   'DIVÊ JIN XWE NAS BIKIN'   Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Uysal Aslan bal kişand ser dîroka zayîna dewletan û awayê meşandina polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Civak bi rêya saziyên çapemeniyê dikevin bin bandora polîtîkayên şerê taybet. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin civakîbûnê ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî herî zêde êriş li ser jinan heye. Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê beriya her tiştî jin xwe nas bike. Bi naskirina ziman, dîrok û nasnameya xwe dikare xwe ji polîtîkayên şerê taybet biparêze."   Piştî axaftinan jinên ku tevlî atolyeyê bibûn bi dorê mafê axaftinê girtin û qala bandora şerê taybet li ser wan kirin û girîngiya têkoşîna jinê vegotin.