Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e 2024-07-06 09:01:09   WAN - Meşvanên jin ên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Vînê re” bûn, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman hedefgirtina destkeftiyên jinan e û dan zanîn ku ew dê heta dawiyê li dijî vê yekê têbikoşin.   “Meşa Rêzgirtina ji Vînê re” ku li Stenbolê dest pê kir, di roja 7’emîn de bi coşeke mezin berdewam dike. Meşvanên ku her roj nêzî 25 kîlometreyan dimeşin, di roja heftemîn de li navçeya Elbakê ber bi Geliyê Colemêrgê ve ketin rê. Ji van meşvanan jî ji sedî 50 jin in û ew jî bi coş û kelecana xwe renk didin meşê. Jinên meşvan hertim di dirûşme û axaftinên xwe de bal dikêşin ser pirsgirêkên jinan û polîtîkayên qeyûm weke hedefgirtina destkeftiyên jinan dinirxînin.   ‘TEKOŞÎNA ME JI BO PÊŞEROJA ZAROKÊN ME YE’   Ji meşvanön jin Sara Tekînö ji navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê tev li meşê bûye. Tekîn, anî ziman ku ew dixwazin li ser axa xwe azad bijîn û bigihijin mafên xwe. Tekîn, bi lêv kir ku ew jî ji bo van xwestekên xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê tekoşînê ji bo pêşeroja zarokên xwe dikin. Bila ev zordestiya li ser me rabe û dest ji welatê me bikşînin.”   ‘EM BÊDENG NAMÎNIN’   Meşvan Rahîme Çalişkan ku ji herêma Amedê hatiye, destnîşan kir ku ew ji bo li dijî desteserkirina vîna gel degnê xwe bilind bikin li vir in. Çalişkan, da zanîn ku ew hatine xwedî li vîna gelê kurd derbikevin û ev tişt gotin: “Heta ev biryar paşve nehite kêşan em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Ev meş bi dawî bibe jî em ê bi bernameyeke din dengê xwe bilind bikin. Em ê teqez bê deng nemînin.”   ‘LI DIJÎ HEMÛ POLÎTÎKAYÊN QEYÛM LI VIR IN’   Çalişkanö diyar kir ku ew qetilkirina jinan bi taybetî jî yên polîtîk şermezar dike. Çalişkan, da zanîn ku ew ji bo van qetlîaman jî di vê meşê de ne û ew dê van pêkanînên li dijî jinan tên kirin qebûl nekin. Çalikan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em li hember hemû polîtîkayên qirêj li vir in û em ê her tim jî li vir bin. Ez bang li gelê me dikim. Bila gelê me baş bizane ku em ji bo vîna xwe û wan li vir in û em alîgirên gelê xwe ne. Bila ew jî piştgiriya me bikin û em dixwazin ji bo li vîna xwe xwedî derbikevin bila ew jî tev li me bibin.”   ‘QEYÛM ÊRÎŞEK LI SER PERGALA HEVSEROKATIYÊ YE JÎ’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya ku ji Mûglayê ji bo nerazîbûna xwe li hemberî qeyûm nîşan bide hatiye, destnîşan kir ku ev 3 serdem in qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê dikin. Çetînkaya, anî ziman ku ew dibêjin di van polîtîkayên qeyûman de serdikevin, lê di rastiyê de wisa nîne û wiha berdewam kir: “Ji ber ku gel xwedî li vîna xwe derdikeve û li ser pêyan e ew winda dikin. Ev zexta qeyûm ne tenê li ser gelê kurd, li ser hemû Tirkiyeyê hatiye kirin û êrîşek li dijî pergala me ya hevserokatiyê ye jî. Pergala hevserokatiyê hebûna jiyanê bi xwe ye. Desthilatên heyî bi tunehesibandina hevserokatiyê di rastiyê de jiyanê bi xwe tunedihesibîne. Ev tayînkirina qeyûman em nasnakin û em ê di hemû qadên jiyanê de li dijî vê yekê têbikoşin.”   ‘DIXWAZIN CIVAKEKE NÛ AVA BIKIN’   Çetînkayayö destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman hedef girtina destkeftiyên jinan in. Çetînkaya, anî ziman ku tekoşîna jinên kurd li hemû cîhanê hatiye naskirin û li Tirkiyeyê jî DEM Partî pêşengiya vê tekoşînê dike. Çetînkayayê da zanîn ku ji ber vê yekê ji DEM Partiyê ditirsin û ev tişt anîn ziman: “Armancek tayînkirina qeyûman jî nasnekirina tekoşîna azadiya jinan ku pêş ve diçe ye. Desthilat bi polîtîkayên şer xwe li ser pêyan digire. Em dizanin ku ev qeyrana aborî ji ber polîtîkayên şer dest pê kiriye û didome, tayînkirina qeyûman encama polîtîkayên şer e. Ev pêkanînên ji 2015’an ve dixin meriyetê ji hikumetên ku şerê taybet derxistin jî derbas bûye. Bi hemû dek û dolaban jî nikarin şaredariyan bi dest bixin, niha jî dixwazin bi qeyûman bi dest bixin. Hemû pêşengên me di bin tecrîdê de ne. Dixwazin bi vî şeklî civakê dîzayn bikin. Ya rast dixwazin bi ser kurdan ve Tirkiyeke nû dîzayn bikin. Lê em ê li dijî vê yekê ti car paş ve gav neavêjin.”   ‘EM QEYÛMAN NASNAKIN’   Meşvana ji Stenbolê hatî Hanim Kûrûm ku jî bertek nîşanî polîtîkayên qeyûm da û got ku ew qeyûman nasnakin, bila qeyûm ji ser şaredariyên wan bi dest xistine biçin. Kûrûmö anî ziman ku heke civak li dijî vê yekê bideng bimîne, ew dê xwe têkilî hemû qadên jiyana wan bikin û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Em jî weke jin li dijî vê pêkanînê ketin rê û ber bi Colemêrgê ve diçin. Vîna gelê Colemêrgê desteser dikin, em vê yekê qebûl nakin heta ku şûnde didin me.”   ‘DIXWAZIN TECRÎDÊ BIDIN JIBÎRKIRIN’   Kûrûmê da zanîn ku armanc ne tenê qeyûm e û anî ziman ku li ser girtiyan tecrîdeke giran heye. Kûrûm, destnîşan kir ku ev tecrîd li ser jiyana me jî bandoreke neyînî dike û wiha bi dawî kir: “Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û azadya wî ya fîzîkî dixwazin. Her wiha em azadiya hevalên xwe yên girtî jî dixwazin. Ji bo ev xwestek bi cih bên divê em hemû bi hev re têbikoşin û 7 salî heta 70 salî li ser pêyan bin. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin rojeva tecrîdê bidin jibîrkirin. Divê hemû kes wisa vê pêvajoyê binirxîne. Bêdeng mayîn erê kirin e, em bang li hemû gelên bindest ên cîhanê dikin werin em bi hev re têbikoşîn.”