Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin 2024-06-27 16:53:08   ENQERE - Di 5 rojên dawî de 16 jin hatin qetilkirin. Jinan bi danîna pêlavan a li ber Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê qetilkirina jinan şermezar kirin.    Di 5 rojên dawî de 16 jin hatin qetilkirin. Jinên ku endamên Malêngel (Halkevleri) in qetilkirina jinan li ber Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê şermezar kirin. Endama Malêngel Dondu Kûrşûnoglû ya li ser navê jinên axivî bi bîr xist ku di 5 rojên dawî de Şukran Eba û Leyla Erat li Edeneyê, Fatma Kahraman û Gulsum Mertoglû li Îzmîrê, Hîlal Kar li Amedê, Seher Aktekîn li Mêrsînê, Fatma Mercandag li Dîlok, Maîzer Gokyildiz li Balikesîrê, Ayten Çagiran li Antalyayê, Fatma Nûr Bezer li Colemêrgê, Selen Akpolat li Xarpêtê, Nûrcan Tekdemîr li Stenbolê, Ummu Dogrûer li Konyayê, Semîha Turk û Gîzem Nazîfe Turk li Nîgdeyê hatine qetilkirin.     ‘JI AKP’Ê HÊZÊ DIGIRIN’    Kûrşûnoglû, bal kişand bandora polîtîkayên AKP’ê yên li ser komkujiyên jinan û wiha got: “Dema mêr jinan qetil dikin bi hin hincetan ji desthilata AKP’ê ya destkeftiyên jinan tune dihesibîne, qanûnên heyî hedef nîşan dide hêzê digirin.”   ‘WEZARET TEMAŞE DIKE’    Kûrşûnoglû ya pirsa dema jin tê qetilkirin Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê çi dike kir û pirs bi xwe bersivand û ev tişt got: “Jin her roj herî zêde jî li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzê wê ve tên qetilkirin. Wezaret jî li 81 bajaran komxebatên malbatî ku jinan û LGBTÎ’yan tune dihesibîne li dar dixe. Mitîngên nefretê li dar dixe. Berpirsyarê qetilkirineke her xwişkeke me hûn in. Paketa Darazê ya 9’emîn bi paş ve bikişînin, Qanûna bi hejmara 6284’an bi awayekî bi bandor pêk bînin. Bijî têkoşîna me, bijî piştevaniya me.”     Jinan pişt re pêlav danîn ber avahiya Wezaretê û Wezaret şermezar kirin.