Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest 2024-06-25 17:17:08   WAN - Di mûtalaya nû ya têkildarî cerdevan Bişar Atli yê bi sûcdariya êrişa zayendî ya li dijî jinekê ya li Wanê tê darizandin hate dayîn de ji sûcê “êrişa zayendî ya hesan” ceza hate xwestin.    Cerdevanê bi navê Bişar Atli li gundekî Elbak a Wanê di 15’ê tebaxa 2023’yan de jina bi navê M.Ş. revand û êrişa zayendî lê kir. Danişîna 4’emîn a doza Atli ku ji sûcê “Êrişa zayendî” tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin. Cerdevan Atli yê di danişîna beriya niha de hatibû berdan tev li danişînê nebû û parêzerê wî amade bû. Ji bilî malbata M.Ş.’yê Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR’ê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn.    DAXWAZA CEZA   Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de ji ber dozgerê dosyayê hate guhertin mutalayeke nû hate dayîn. Dozgerê beriya niha ji ber sûcê “êrişa zayendî” mutalaya beraetê dabû. Lê dozgerê nû xwest ku faîl ji sûcê “êrişa zayendî ya hesan” bê cezakirin.    Parêzerê M.Ş.’yê Hadî Cîn ê li dijî mutalayê parastin kir, bi rêya SEGBÎS’ê ji Edliyeya Antalyayê tev li danişînê bû. Cîn wiha got: “Danişîna beriya niha de dozger daxwaza beraetê kiribû lê di vê mutalayê de ceza xwest, ev yek erênî ye.” Parêzera M.Ş.’yê Jiyan Ozkaplan jî xwest ku faîl şûna sûcê “êrişa zayendî ya hesan” bi sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” were cezakirin. Ozkaplan, li dijî gumana revînê ya faîlî xwest bê girtin.    Piştî parastinan parêzerên M.Ş. û faîl Bişar Atli ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin daxwaza demê kirin.     Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 9’ê tîrmehê kir.    ‘HÊZA XWE JI UNÎFORMAYAN Û DEWLETÊ DIGIRIN’    Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Faîl Bişar Atli di 30’ê gulanê de hatibû berdan. Faîl, ji ber sûcê kirî tenê 9 mehan di girtîgehê de ma. Vê rewşê aşkere kir ku daraza Tirkiyeyê çawa ku di bin fermana hin kesan de tevdigere. Bişar Atli hêza xwe ji unîforma û çeka di destê wî de, ji aqlê mêr û dewletê digire. Ji bo ku hem hesabê ji Bişar Atli hem jî hemû faîlên bi necezakirinê hatin xelatkirin bipirsin em ê li vir bin.”