Li Amedê jinek di nava kolanê de hate qetilkirin 2024-06-23 17:26:34   AMED - Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê zilamê ku bi mehra mele pê re zewicî ve di nava kolanê de hate qetilkirin. Di bûyera ku polîs dereng hat de faîl bi teqsiyê reviya.   Li Taxa 5’ê Nîsanê ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar dema li kolanê dimeşiya bi çekê gule lê hatin barandin. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê tespît kirin ku Karê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku Kar ji aliyê M.D. (40) yê bi mehra mele pê re zewiciye ve hatiye qetilkirin.    Cenazeyê Kar a dayika 3 zarokan ji bo otopsiyê bikin birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).    POLÎS DERENG HAT FAÎL BI TEQSIYÊ REVIYA   Şahidên bûyerê yên em li cihê bûyerê pê re axivîn diyar kirin ku polîs û ambûlans agahdarkirine lê dereng hatine. Şahidên bûyerê bi lêv kirin ku tîmên tenduristiyê beriya polîsan hatin cihê bûyerê û anîn ziman ku kesê Kar qetil kir jî bi teqsiyê reviya ye.     Cîranên Karê dan zanîn ku Kar duh bi şev û îro bi M.D. re nîqaş kir û dema M.D. ji bo axaftinê hate malê ji malê derketî ye. Şahidên bûyerê yên gotin ku M.D. li pey Karê çû, dan zanîn ku du dest dengê çekê hatiye.