Gamze Akar a winda hate dîtin 2024-06-18 14:50:11   MÊRDÎN - Gamze Akar a li Artûklûyê 9 roj in agahî jê nedihat wergirtin hate dîtin.    Gamze Akar (30) a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijiya û ji 10’ê hezîranê ve agahî jê nedihate wergirtin hate dîtin. Hate diyarkirin ku rewşa Akarê baş e. Agahî nehatin bidestxistin ku Akar ev 9 roj bûn li ku derê bû. Hate zanîn ku ji bo îfadeya wê bê wergirtin Akar birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.