Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye 2024-06-13 09:30:21   BEDLÎS - Jina bi navê Meryema Hasanoglû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Hevjînê wê Tekîn Çelîk ku çawişê pispor ê berê ye îdia kir ku Hasanoglû întîhar kiriye. Lê belê îfadeyên wî û rojnivîska Hasanoglû winda ne û ev jî gumana cînayetê xurtir dike.    Jina bi navê Meryema Hasanoglû (22) ku li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di qata 5’emîn a avahiyekî de dijiya, di 2’yê gulanê de bi awayekî guman kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de çawişê pispor ê berê Tekîn Çelîk ku mehra wan a olî hebû, hate binçavkirin. Îfadeyê Çelîk hate girtin û bi sedema “Arasteyî întîharê kiriye” hate girtin.    PEYAMA ‘LEZGÎN’ JI HEVALA XWE RE ŞAND   Li gorî agahiyên di girtekên polîsan de; Hasanoglû beriya jiyana xwe ji dest bide ji hevala xwe B.N.G. yê re peyama “lezgîn, lezgîn” şand. Dema hevala wê pirsa “çi bû?” jê kirî jî Hasanoglû demek piştre bersiva “pirsgirêk tune ye, min henek kir” da. Di şeva heman rojê saet di 01.37’ê de jî ji telefona Hasanoglû li hevala wê B.N.G. hate geriyan lê hêj aliyê hember neaxivî telefon hate girtin. Di sersibeha heman şevê de hat îdiakirin ku Hasanoglû xwe ji avahî avêtiye û miriye.    JI BER TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ MEHEKÊ GIRTÎ MA    Di girteka lêkolînkirina telefonê de hat tespîtkirin ku peyamên Hasanoglû ji B.N.G. re şandin hatine jêbirin. Di heman demê de derket holê ku faîl Tekîn Çelîk di dema lêpirsînê de tundî l hevjîna xwe ya bi mehra fermî jî kiriye û ji ber vê sedemê mehekê girtî ma ye.    Piştî mirina biguman a Hasanoglû, îfadeyê dayika wê Hediye Hasanoglû hate girtin. Dayik Hasanoglû di îfadeya xwe de wiha got: “Keça min li bavê xwe geriya û got; ‘min ji vir bibin nexwe dê ev min bikujin. Bavê Tekîn gefan li min dixwe.’ Li ser vê yekê em jî li texsiyekê siwar bûn û me Meryema anî cem xwe. Piştre dîsa çû cem Tekîn. Meryema di roja yekşemê de ji Sêrtê derket. Di roja pêncşemê de jî min bihîst ku wefat kiriye. Di wê navberê de ez tenê carekê li ser telefonê pê re axivîm. Nexwe ez di nava rojê de gelek caran bi Meryemayê re diaxivîm. Piştî çûyî Norşînê qet li min negeriya.”    'ŞANTAJ LI KEÇA MIN DIKIR’   Dayik Hasanoglû da zanîn ku keça wê di şeva jiyana xwe ji dest dayî saet derdora 01.00’ê li wê geriyaye û wiha got: “Li min geriyaye lê ez wê saetê razabûm û min nekarî telefonê vekim. Dema Meryema li cem me, peyameke Tekîn şandî min dît. Di wê peyamê de digot; ‘Heke dayik û bavê te wan wêneyan bibînin dê nekarin xwe li ber bigirin.’ Dema min ev peyame dîtî, min got Tekîn şantajê li Meryemayê dike. Meryemayê rojekê ji min re got ku Tekîn telefona duyemîn kiriye. Li gorî min ew wêneyên şantaj pê dikir di vê telefonê de ne.”    'GEFA AVÊTINA JI PACÊ XWAR’   Dayik Hasanoglû da zanîn ku faîl gelek caran gefa avêtina ji pavê li keça wî xwariye û wiha pê de çû: “Meryemayê gotiye ku her cara nîqaş derdiket, Tekîn ew arasteyî pacê kiriye. Ev yek ji keça min T.’yê re vegot. Dema me û Meryemayê ji hev re peyam dişand, gotibû ku carnan Tekîn jî telefona wê bi kar tîne. Me di navbera xwe de şîfreyek diyar kiribû. Em nêzî 4-5 mehan bi awayekî şîfreyî axivîn.”   ROJNIVÎSKA WINDA LI KU YE?   Dayik Hasanoglû di îfadeya xwe de diyar kir ku keça wê her roj tiştên dijiyan li rojnivîska xwe nivîsandiye lê di dema lêgerîna malê de ev rojnivîsk û telefona duyemîn nehatine dîtin. Hasanoglû wiha domand: “Meryemayê li rojnivîska xwe dinivîsand. Li gorî min ew rojnivîsk li mala ew û Tekîn bi hev re dijiyan e.”    FAÎL ÎFADEYÊN HEVNEGIRTÎ DA    Tekîn Çelîk ê ji ber sûcê “Arastayî întîharê kir” hatiye girtin jî li emniyetê îfadeyên binakok da. Faîl, got ku hewl daye Hasanoglû ji bo întîhar neke qaneh bike. Lê di îfadeyê duyemîn de got ku wî Hasanoglû qet nedîtiye û tenê dengê wê bihîstiye.    Li hêla din hat zanîn ku derheqê Tekîn Çelîk de hêj jî îdianame nehatiye amadekirin.    MA / Rûken Polat