Li Rihayê jinek hate qetilkirin 2024-06-08 15:50:55 RIHA - Li Rihayê jina sûriyeyî ya bi navê Nûr El Suleyman bi amûreke bibir hate qetilkirin.    Li taxa Baglarbaşi ya girêdayî navçeya Halîliye ya Rihayê jina sûriyeyî ya bi navê Nûr El Suleyman (29) bi amûreke bibir li mala xwe bi awayekî hatiye qetilkirin hate dîtin. Cîranên wan ên piştî ku deng ji mala Suleyman hat ketin malê, dîtin ku kesek di pacê de reviya û dûr ket. Derbarê nasnameya kesê revî de hêj agahiyek nehatiye bidest xistin. Cenazeyê Suleyman rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.    Di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de têkildarî cînayetê kesek hate binçavkirin.