Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin 2024-06-07 15:29:28   STENBOL - Masîvanan li navçeya Buyukçekmeceyê cenazeyê jinekê di behrê de dîtin.    Li Qeraxa Mîmar Sînan a li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê cenazeyê jinekê ji hêla masîvanan ve hate dîtin. Li gorî agahiyan, masîvanên di saetên serê sibehê de cenaze dîtin agahî dan hêzên ewlehiyê yên qeraxê û cenaze ji behrê hate derxistin. Di lêkolînê de eşkere bû ku cenaze yê jinekê ye. Lê nasname li ser derneket. Cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.