Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan 2024-05-21 15:51:51   STENBOL - Hat zanîn ku endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş piştî hatiye girtin lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, bi erdê re hatiye kaşkirin û wê birine qawîşa edliyan.    Rêxistinên ciwanan di 18’ê gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Polîs êrişî bîranînê kir û 20 ciwan binçav kirin.   Hat zanîn ku ciwan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” hatine binçavkirin. Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Senem Erîş, endamê Hêzên Ciwantiya Şoreşger Gurdag Efe Tûnç, endamê Ciwantiya Nû ya Demokrat Volkan Atmaca û Tahsîn Aladag bi îdiaya “Berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin. Erîş birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Aymaca, Tûnç û Aladag jî birin Girtîgeha Tîpa L 2 ya Maltepeyê.    Parêzerên ku çûne serdana ciwanan, diyar kirin ku ciwan ji dema hatine binçavkirin heya ew şandine girtîgehê, bi kelemçeya bi pişt ve hatine ragirtin. Herwiha parêzer dan zanîn ku tevî ciwan nexwestine wan xistine qawîşa girtiyên edlî.    DU CARAN ÎŞKENCEYA LÊGERÎNA TAZÎ   Parêzerên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de serdana Senem Erîşê kirine anîn ziman ku hem di pêvajiya birina girtîgehê hem jî birina qawîşê de lêgerîna tazî lê ferz kirine.    Parêzer bi bîr xistin ku tevî ku Erîş nexwestiye, wê bi darê zorê birine qawişa girtiyên edlî. Parêzeran da zanîn ku bi ser vê yekê Erîş gotiye ku ew naxwaze têkeve nav qawişa edliyan û destnîşan kirin ku Eriş gotiye heke hewce be ew dikare di qawişa yekkesî de jî bimîne. Parêzer anîn ziman ku dema Erîş li dijî helwesta polîsan li ber xwe daye, midûrê girtîgehê bi 15 gardiyanan ve Erişê bi erdê re daye kaşkirin.”    Herwiha parêzer diyar kirin ku piştre gardiyan hatine ber deriyê qawişa Erîşê û pirsa “Gelo tu bisilman î” jê kirine.    Parêzer ragihandin ku Atmaca, Tûnç û Aladag ên birine Girtîgeha Tîpa L2 ya Maltepeyê di qawişên cuda yên edliyan de tên ragirtin.    MA / Dîren Yûrtsever