Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin 2024-05-19 11:43:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Dihat payîn ku nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di serê meha gulanê de bê tehliyekirin lê bi hinceta “Amade nîne tev li jiyana civakê bibe” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.    Nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di çarçoveya operasyoneke navenda wê Amedê de di 25’ê cotmeha 2022’yan de tevî gelek rojnameeran hate binçavkirin û ji ber cezayeke ji dosyayeke cuda hatibû girtin. 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 13 meh û 15 roj ceza dabû rojnameger Ren. Cezayê Ren, di sala 2022’yan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ren ku piştî erêkirina cezayê xwe hate girtin, di 31’ê tebaxa 2023’yan de ji bo “berdana bi şertê kontrola edlî” serî li 1’emîn Dadgeriya Cezayên înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê daxwaza Ren red kir.    Di hinceta biryara xwe de jî dadgeriyê wiha gotibû: “Li ser daxwaza xwe li odeya girtî û hikûmxwarên ku endamên rêxistina PKK’ê yên çalak in de dimîne.” Çendek hefte berê Ren derket Lijneya Îdare û Çavdêriyê û dihat payîn ku di rojên ewil ên meha gulanê de were berdan. Lê tehliyeya wê bi biryara lijneyê hate taloqkirin.    CEZAYÊ XELAS BÛYÎ BI KEYFÎ DIRÊJ KIRIN   Dema Ren birin girtîgehê, li dijî sepana lêgerîna tazî derketibû û ji ber vê xistibûn hucreyê. Ev yek weke yek jê ji hincetên taloqkirina tehliyeyê hate nîşandan. Di berdewamiya hincetê de wiha hate gotin: “Amade nîne ku tev li jiyana civakî bibe.” Bi vê hincetê jî tehliyeya wê ji bo 3 mehên din hate taloqkirin.