Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin 2024-05-17 15:56:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê Hasan Orhan li Çorumê Nazegul Orhan ku di qonaxa hevberdanê de bûn û xwişka wê Meryem Karakoç qetil kir.    Kesê bi navê Hasan Orhan (58) li Taxa Kale ya Çorumê Nazegul Orhan (55) ku di qonaxa hevberdanê de bûn û xwişka wê Meryem Karakoç (51) qetil kir.    Hasan Orhan ji bo hevdîtina bi Nazegul Orhan ber bi mala wan ve diçû û li kolanê rastî hev hatin. Li vir di navbera wan de nîqaş derket û Hasan Orhan hem Nazegul Orhan hem jî xwişka wê ya li cem wê Meryem Karakoç bi çekê qetil kir. Hasan Orhan piştre jî întîhar kir.    Cenazeyê her du jinên li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin morga nexweşxaneyê.