Beriya Doza Kobanê jin li hev civiyan: Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e 2024-05-12 20:39:48   STENBOL - Jinên ku beriya Doza Kobanê hatin bahev, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna bi hev re ya li dijî dozê û piştevaniya jinan.    Gelek jin û rêxistinên jinan bi banga Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê 16’ê gulanê bê lidarxistin li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglû ya Stenbolê civiyan. Li eywana ku civîn lê hate lidarxistin pankarta “Em jinên ku tên darizandin nas dikin. Bijî piştevaniya jinan. Bijî têkoşîna jinan” hate daliqandin.    Aygul Sîncar a li ser navê Meclisa Jinan a DEM Partiyê mafê axaftinê wergirt bi lêv kir ku di Doza Kobanê de  parazvanên jinan ên “destanî” hene û got: “Em ji bo aştiyê têdikoşin. Ji ber ku şerê ku li herêmê tê jiyîn şerekî bi armanca tunekirina gelan e; Paşguhkirina cinsê jinê ye, paşguhkirina fikrên me, hişê me ye, tecrida li ser me ye. Divê em doza Kobanê di her qadê de bikin rojev.”   ‘TÊKOŞÎN DI NAV DÎWARAN DE HATE HÛNANDIN’    Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, destnîşan kir ku jin dê rola li wan hatiye barkirin dê hilweşînin û bi lêv kir ku jinên girtî têkoşînê di nava çar dîwaran de didomînin û got: “Hevalên me bi dosyayên çêkirî û nerast tên darizandin. Her hevalê me di vê pêvajoyê de xizmên xwe windakirin, mafên wan ên şînê ji destê wan hate wergirtin.”   ‘ALIYÊN HEVPAR ÊN DOZÊN KOBANÊ Û GEZIYÊ HENE’     Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Arzû Eylem Kayaoglû, pêvajoya Doza Kobanê weke “darizandina qaşo” penase kir, diyar kir ku aliyên hevpar ên Doza Geziyê û vê dozê hene. Kayaoglû, wiha domand: “Tirsek heye ku tê armanckirin bi rêya siyasetmedarên kurd li hemû civaka Tirkiyeyê were belavkirin. Hem Doza Kobanê û hem jî Doza Geziyê tenê bi têkoşîna bi hev re dikare bi dawî bibe. Hem darizandina Kobanê û hem jî Doza Geziyê tenê bi têkoşîna bi hev re dikarin bi dawî bibin. Em bi zanebûn ji Doza Kobanê re dibêjin doza komployê.” Têkildarî pêvajoya dozê agahî da.    ‘JI ÇALAKIYÊN KU EM DIKIN TÊN DARIZANDIN’    Pişt re femînîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglû mafê axaftinê girt û got: “Me weke femînîstan ev doz şopand. Di wan dozan de çalakiyên ku me bi hev re li darxistin tên darizandin. Yek ji xalên darizandinê jî çalakiya ‘Ji bo aştiyê 1000 hezar jin’ û çalakiya 25’ê mijdarê ye. Esas ji 32 sûcdariyên arasteyî Gultanê dikin 16 ji wan çalakiyên jinan e.”   ‘DADGEHÊ DARIZÎNIN’    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî destnîşan kir ku parazvanên wan ên li dadgehê “dîrokî” ne û wiha gotin: “Her hevalên me yên diçin dadgehê bi hestên pozîtîf dizivirin. Biryardariya di têkoşîna polîtîk de li dadgehê tê nîşandan. Ew dadgehê darizînin. Herhevalên me darizandinên xwe ji cihekî rast û bi darizandina wan dikin.”   ‘YA TÊ DARIZANIN TÊKOŞÎNA ME YA HEVPAR E’     Endama Jin bi Hev re Bihêzin Roza Kahya bi lêv kir ku têkoşîna jinan a enternasyonal didome û got: “Ya tê darizandin têkoşîna me ya hevpar e. Tevgera jinan û tevgera jinên kurd di têkoşîna li dijî dewleta mêtînger didin tên darizandin. Femînîst bûn parçeyek ji têkoşîna li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava. Em soz didin ku heta hevalên xwe ji zindanan derxin em ê têkoşînê bidomînin.”