Jinan ji CPT’yê re name şandin 2024-05-11 16:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li Almanyayê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji CPT’yê re şand.    Meclîsên jinan ên li bajarên Offenbach, Hanaû û Frankfûrt ên Elmanyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, didomînin.   Jin li ber Postxaneya Hanaû’yê hatin ba hev û bi sedan nameyên din jî posta kirin.   Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Kampanyaya ku weke YJK-E hatî destpêkirin, heta encam werdigire wê bidome.”