Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin 2024-03-03 09:14:56 MÊRSÎN - Jinên kedkarên çandiniyê yên ku di bin zexta kedxwariyê de ji bo jiyanê têdikoşin, xwestin ku jin li qadên 8'ê Adarê dengê wan ragihînin.  Li Herêma Çûkûrovayê, warç çandiniyç, karkerên çandiniyê yên demsalî ji ber şert û mercên nebaş ên xebatê û heqdestên rojane yên kêm roj bi roj feqîr dibin û şîrket û dewleta ku wan dixebitîne jî qezencê li qezenca xwe bar dikin. Weke her qadê, jin di çandiniyê de jî bi her awayî bi xizanî û newekheviyê re rû bi rû ne. Jinên ku serê sibê saet di 04.30’yî de radibin, her roj li baxçe û zeviyên cuda dixebitin.    Jinên ku me rojek bi wan re derbas kir, ji ajansa me re behsa serpêhatiyên xwe û kedxwariyê kirin.   Ez serê sibê saet di 04.30'yî de xwe amade dikim û derdikevim kolana tarî û li benda wesayita ku dê karkeran bibe baxçe disekinim. Piştî nîv saetê em bi mînîbusê bi rê dikevin, mêr li pêş, jin li paş rûdinên. Li qada ku em saet di 06.30'yî de hatinê, wêneyekî bi kodên zaynediya civakî heye. Mêr li benda taştê disekinin, jinên ku ji wesayîtê peya dibin ji bo taştê bi lez û bez tevdigerin. Jinên pêşî sifreya taştê amade kirin, paşê firaqan dişon û mêr li quncikê rûdinên, li benda destpêkirina dewreya xwe ne. Dema kar saet di 07.30'yî de dest pê dike, keç û jinên ku piraniya wan di bin 18 saliyê de ne, porteqalên bi daran ce bi maqseyan didirûn, jinên li cihê qaseyan e jî pirteqalan dineqînin û wan dixin qaseyan.    KAR LI MALÊ JÎ DIDOME   Di dema van tiştan hemûyan de ez Zehra Ertem a 21 salî nas dikim. Ertem a ku 9 sal in karê çandiniyê dike, salên wê yênd ibistanê ji yên karkeriyê kêmtir in. Ertemê anî ziman ku jiyana wî ya perwerdehiyê piştî dibistana navîn bi dawî bûye û wiha pê de çû: “Li malê cuda, li nav baxçe cuda. Em saet di 04.30'yî de radibin û di 05.00’an de ji malê derdikevin. Me ewil sifreya taştê ya li bexçê ku em saet 06.30'yî de gihaştinê datînin û radikin. Xebat seat li derdora 07.30'yî de dest pê dike. Sifre dîsa saet di 12:00'an de tê danîn. Dema em êvarê ji baxçe diçin malê xebat berdewam dike. Bi vî awayî sifrerakirin, danîn, paqijî, firaqşûştin, kincşûştin... Dema em bi mînîbusan tên zeviyan, ji ber ku mirov bi mêran re di wesayîtên transît de rûdinin, em nerehettir dibin. Mêr tu karî nakin, hemû zehmetî wekî malê li vir jî dikeve serê me.”   PISGIRÊKA HERÎ MEZIN PAQIJÎ YE   Ertemê bal kişand ser qeza û mirina karkeran ku gelek caran di rojeva raya giştî de ne û got ku tu garantiya wan tune. Ertemê anî ziman ku di qezaya trafîkê de birîndar bûye û 10 rojan li malê hatiye dermankirin û got ku di vê demê de tu piştgirî nehatiye kirin. Ertemê anî ziman ku bi taybetî di dema reglê de zehmetiyan dikişînin û ji ber jinbûnê pêwîstiya wan a herî mezin paqijiyê ye û wiha got: “Em nikarin derkevin derve (tuwaletê), her wiha lavabo tune. Her çi qas em hewl bidin ku bi qasî ku ji destê me tê paqij bin jî, hawirdor ji bo vê yekê ne guncav e. Carinan heta ku em neçin malê em paçikên xwe naguherînin. Em çareseriya vê pirsgirêkê dixwazin. Diviyabû dewlet ji vê re çareyekê bidîta, lê me tu destek negirt. Dewlet bi tu awayî jinan nabîne û bi taybetî dema ku karkerên çandiniyê jin bin, dîtina wan hîn zêdetir kêm dibe. Ew dikarin alîkariyê bikin? Bêguman ew dikarin, lê nakin."    BANGA JI BO 8'Ê ADARÊ   Ertemê diyar kir ku ew dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û wiha bang li jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de qadan tijî bikin kir: “Divê jin piştgiriyê bidin hev. Em ji hevalên xwe yên jin piştgiriyê dixwazin."   Bahar Bariş a 21 salî ya ji Wanê hatiye Mêrsînê jî dibêje ji ber ku karê li baxçe û zeviyan zêde ye jin pir zêde diwestin. Barişê anî ziman ku dema hatine Mêrsînê ji bo kirêya giştî pere dane û got ku ji ber ku bûne deyndarê cihê kar ji bêgavî di nava çerxa heyî de dixebitin. Barişê bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber jinbûna wan diqewime û wiha got: “Ji ber ku em nikarin dema reglê ji mêran re rave bikin, em zehmetiyê dikişînin. Em êdî tiştekî nabêjin, ji ber ku em hîn bûne. Ger lavabok hebe dê baş be, ji ber ku em nikarin bi tena serê xwe biçin destavê û ne jî cîhek guncav peyda bikin. Divê jin azadiya xwe ya aborî misoger bikin. Helbet her kar zehmetiyên xwe hene, lê mirov fêr dibe. Ez bawer dikim ku jinek bi biryar dikare her tiştî bike. Divê jin çi dibe bila bibe, ji tiştekî netirse û li ser lingan bisekine."   'DEMA REGLÊ ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN'   Xwişka Barişê Pinar Bariş a 23 salî jî bertek nîşan dide ku hêviyên wê yên ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên karker ên çandiniyê pêk nayên. Barişê got: “Bicîhanîna pêwîstiyan zehmet e, lê em nikarin çareseriyekê dabîn bikin. Her wiha yên vê bibînin jî ne em in. Dema ku em regl dibin, em nikarin bibêjin 'ez nayêm ser kar'. Pirsgirêka herî mezin daşir e. Me doz kir, lê bersivek nehat. Malbatên hinek jinan li vir nîn in. Divê herin malê, xwarinê çêkin, paşê werin ser kar û bixebitin. Li gel ku em wekî mêran heman karî dikin jî, lê em li malê jî dixebitin. Ev ne tiştekî adil e."   Pişt re em vedigerin mînîbusê û diçin malê. Lê keda jinan li vir naqede, li malê jî bi heman çerxê dewam dike.   SIBÊ: Li kargeha xwe ya bi navê 'Jiyan’ ji nû ve vejiya   MA / Yusra Batihan