Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e 2024-02-29 10:12:10   ENQERE - Ji jinên Filistînî Nîdal Halef el-Nawasra ku îsal 8'ê Adarê di şert û mercên şerî de pêşwazî dikin, got: "Jin, ji bo ku jiyanê ji tunebûnê biafirînin, hema bêje li hember êşên xwe meydanê dikin."    Li Filistînê jin û zarok bi her awayî bandor ji dagirkeriya Îsraîlê ya bi dehan salan didome digirin. Jinên filistînî ku bi salan e li hemberî komkujiyên Îsraîlê, li hemberî polîtîkayên wê yên tundî û koçberkirinê têdikoşin, bi hebûna xwe ya li vê xakê bi tena serê xwe berxwedan in.    Rola jinên filistînî ya di vê pêvajoyê de xwe disipêre dawiya sedsala 19'an. Tevî ku tevlibûna li têkoşînê bi derketina têkoşîna neteweyî ya filistînê re dest pê kir jî, qetlîama ku di sala 1948'an de bi avabûna dewleta Îsraîl re çêbû ku filistînî wî wekî "Nakba" bi nav dikin, ji bo jinan bû xala werçerxê û hewcedariya rêxistinbûnê bû.    RÊXISTINBÛYÎNA EWIL   "Yekîtiya Giştî ya Jinên Fîlîstînî" di sala 1965'an de, piştî Rêxistina Rizgariya Filistînê bi demeke kurt, hat damezrandin. Pişt re jin weke "Yekîtiya Jinên Filistînê" û "Yekîtiya Jinên Heyfa" hatin birêxistinkirin. Gelek jinên ku di sala 1967’an de li dijî êrişên Îsraîl beşdarî têkoşîna civakî bûn, tevli rêxistinên berxwedanê yên Filistînê û xebatên siyasî jî bûn. Ev serdem ji bo tevgera jinan a li Filistînê wekî "serdema zêrîn" tê zanîn.   ÇALAKIYA LEYLA XALIDÊ   Leyla Xalid a bi nasnavê "Şedya Ebû Gazale" di Eniya Rizgariya Gel a Filistînê de tê zanîn, çalakiya wê ya "revandina balafirê" rol jinê ya di têkoşînê û berxwedana wan li seranserê cîhanê belav kir. Xalid ku di dîrokê de wekî "jina yekem a ku balafir revandiye" ket nava rûpelên dîrokê, di 29'ê Tebaxê de balafira Amerîkî ya bi hejmara 840 a Los Angeles-Tel Avîv revand û bala hemû cîhanê kişand ser doza Filistînê.    KOMÎTEYÊN KARKERÊN JIN   Dema ku di salên 1970'yî de bi avakirina komîteyên karkerên jin re nifşek radîkaltir derket holê, Întîfadaya Yekem ku karakterê serhildana gelê Filistînê li dijî dagirkeriya Îsraîlê da der, di sala 1987'an de dest pê kir. Pêvajoya ku heta sala 1993'yan dom kir, bi îmzekirina Peymana Osloyê re ku di meha Tebaxê de li Norwecê "Desthilatdariya Xweser a Filistînê" hat qebûlkirin, bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de komîteyên jinan jî di çarçoveya komîteyên gel de hatin avakirin. Jin bi çalakiyên xwe yên ku tevî mueyîdeyên Îsraîlê jî pêk anîn, hewl dan jiyana civakî bi rêxistin bikin. Jinan bi diruşmeya "Heya jin ji bendên baviksalariyê rizgar nebin dê welat tam azad nebe" tevgeriyan û her wiha di dema şer de li dijî ferzkirinên mêrên filistînî jî têkoşiyan.    TEVGERA TELIYEYÊ   Têkoşîna jinan a li Filistînê çendî bi demê re sist bûbe jî, lê biryardariya ji bo rêxistinbûyîn û têkoşînê tu carî bi dawî nebû. Bi saya tevgereke xweser a di Îlona 2019’an de nifşê ciwan daket qadan û ev pêvajo veguherî tevgerekê. Piştî qetilkirina Esra Xerîbê jin bi dirûşmeya "Yên ji malê daketin kolanan" "Tevgera Teliyeyê" ava kirin.   Jinên Filistînî yên ku jiyana wan di şer û têkoşînê de derbas bûye, ji aliyekî ve li hemberî êrişan hewl didin bijîn û li aliyê din jî hewl didin jiyana xwe bidomînin, îsal 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di bin êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê de pêşwazî dikin. Aktîvîsteke jin a filistînî ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, der barê rewşa welêt û jinan de agahî da. Em çavkaniya xwe ya ku em nikarin navê wê eşkere bikin, navê Nîdal Xelef El Newasra ya 4 salî ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, lê dikin.   Halef el-Newasra ku der barê Xezeyê de got "Ev der cihê jina filistînî ya şehîd, cihê dêya şehîdan, cihê xiwşka dîlgirtiyekê yan jî hevjînê dîlgirtiyekê ye" destnîşan kir ku bi taybetî ji bo pêşîgirtina îbadetê Mescîd-î Aksa bi êrişeke mezin re rû bi rû ye.  Xelef el-Newasra wiha got: “Misilman rastî muameleya xerab, îşkence, lêdanên giran û girtinê tên. Ji 7'ê Cotmeha 2023'yan ve ku êrişên li ser Xezeyê dest pê kirin, dagirker her tiştî dikin da ku nimêja Înê neyê kirin."   ‘QIRKIRIN DIDOME'   Halef el-Nawasrayê da zanîn ku Îsraîl sûcê qirkirinê didomîne û wiha got: “Li Xezeyê hê jî sivîl tên qetilkirin. Di bin dorpêça berdewam dike de, ji mafên xwe yên bingehîn ên wekî zexîre, av û dermanan bêpar in. Qadên jiyanê, binesaziya sivîl û tesîs bi awayekî sîstematîk tên wêrankirin. Aramnca vê jî kes nikaribe li vir bijî."    REWŞA ABORÎ   Xelef El-Newasrayê amaje bi rewşa aborî ya welat jî kir û got: “Ji ber girtina bajarê Qudsê yê kevin û rêgirtin li ber welatiyên Qudsê, aborî di rewşeke pir xirab de ye. Tenê destûra kesên ku li bajarê kevn dijîn tê dayîn. Vê yekê derbeyek li bazirganî û aboriyê xist. Saziyên bazirganiyê û dikan hatin girtin. Her wiha dewleta dagirker a siyonîst karkerên Qudsê ji kar avêtin û li şûna wan karkerên biyanî yên ji derve hatin bicihkirin. Vê rewşê rêjeya bêkariyê zêde kir.”   REWŞA JINAN   Xelef El-Newasrayê bal kişand ser rewşa jinan a li welêt jî û wiha got: “Pirî caran ew guh nadin derd û kulên xwe û ji bo ji malbata xwe re jiyaneke ara biafirînin, li hemberî êşên xwe meydanê dikin. Di bin bombebarana bênavber berdewam dike de jî hewl didin ewlehiya malbatên xwe misoger bikin. Jin û zarok li kampên penaberan ên ku ji dibistan û navendên Saziya Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) pêk tên, dimînin. Ev rewş, nebûna daşir an jî qadên taybet, jinan ji mahremiyetê bêpar dike. Jin di bin bombeberanê de, li deverên vekirî, ji bo xwarinê çêbikin êzingan hûr dikin û agir vêdixin. Girtina rêyan, nehatina alîkariyê, nebûna amûrên paqijiyê yên jinan, nebûna avê û cihê serşûştinê, rê li ber karesatekê vedike."   PEYAMA 8'Ê ADARÊ   Xelef El-Newasrayê ji bo 8'ê Adarê jî peyameke wiha belav kir: “Di 8’ê Adarê de ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku bi jinên filistînî yên ku di bin zilm, zordarî, tacîz û koçberiyê de ne, bibin yek û alîkariya wan bikin. Ez hêvî dikim û dixwazim ku ew li dijî hikûmetên xwe dengê xwe bilind bikin û rastiyê biqîrin."   SIBÊ: Li dijî tundiyê çîrokeke xweparastinê   MA / Zemo Aggoz