Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe 2024-02-29 09:24:43 STENBOL - Ji parêzerên CÎSST'ê Ozge Akyuzê diyar kir ku girtîgeh ew navend in ku pergala baviksalarî lê kûrtir dibe û wiha got: "Pêwîst e ev qada ku nayê dîtin bê dîtin û bihîstin."   Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan (CTE),heta 1'ê Sibata 2024'an li welêt 272 girtîgehên girtî, 99 vekirî, 11 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 4 perwerdexaneyên zarokan, bi giştî 403 girtîgehên girtî hene. Ji 303 hezar û 705 girtî û hikumxwarên li girtîgehan 12 hezar û 511 jê jin in.    Em der barê "li girtîgehan jinbûn" de bi parêzera Komeleya Cevaka Sivîl di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) Ozge Akyuzê re axivîn.  12 HEZAR Û 511 JIN GIRTÎ NE   Akyuzê destnîşan kir ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê 303 hezar û 705 girtî hene û ji wan 12 hezar û 511 jin in û got ku bi polîtîkayên tên meşandin re bi taybet girtiyên jin tên tecrîdkirin. Akyuzê diyar kir ku ji makzayî ve rola zayendî li ser jin û mêr tê ferzkirin û her wiha cudahiyên biyolojîkî ji dayikbûnê ve tên ferzkirin û got ku jinên ku profîla "jina maqûl" derbas bikin, bi rastî di sîstema sûc û ceza de tên reşkirin.    BINPÊKIRINÊN LI HEMBERÎ JINÊN GIRTÎ   Akyuzê diyar kir ku girtiyên jin ên li girtîgehan jî xwedî pêdiviyên bingehîn in, lê ev hewcedarî nayên bicihanîn û got: "Ji ber ku li girtîgehan feraseta baviksalarî heye." Akyuzê bal kişand ser Qanûnên Bangkokê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û wiha got: “Dema em li qanûna înfazê û qanûnên Tirkiyeyê dinêrin, tekane cihê jinan dayibûn e. Ji aliyê din ve, qanûnên Bangkokê, ji perwerdehiya karmendan bigire heya mîmarî, gihaştina dadwerî û karûbarên perwerdehiyê, pêkanînên li girtîgehan ji bo girtiyên jin vedihewîne. Lê belê ev qanûn hîn bi awayekî bibandor nehatiye bicihanîn. Ji ber vê yekê gelek girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li me didin."   Akyuzê diyar kir ku di dema sewqê de girtiyên jin rastî lêgerîneke berfireh tên û got ku serdegirtin ji aliyê gardiyanên mêr ve tên kirin. Akyuzê der barê pêkanîn û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên jin de wiha berdewam kir: “Ji bo binpêkirina serlêdanên wiha hene; girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin, heya dema muayeneya wan neyê di rîngê de bi awayekî kelemçekirî tên hiştin. Gava diçin hember bijîşk jî muayeneya kelemçekirî tê ferzkirin. Girtiyên ku vê yekê red dikin bêyî bên dermankirin car din wan dibin girtîgehê.   Kotaya cilûbergan li hemû girtîgehan yek e. Lê belê şert û mercên avhewayê yên her herêmekê cuda ne û li gorî van şert û mercên avhewayê pêdiviyên mirovan diguherin. Dema ku standardîze bibe, binpêkirina mafan heye. An jî kêşeyên wekî xwarina kêm û bêqalîte, kêmbûna sîstema hewayê, pirsgirêkên pergala germkirinê û bêpere û nedana malzemeyên paqijiyê hene. Em dibînin ku girtiyên nexweş nikarin ji mafên xwe sûd werbigirin."   NAVENDEKE BAVIKSALARÎ: GIRTÎGEH   Akyuzê anî ziman ku girtîgeh berdewamiya pergala baviksalarî ye û destnîşan kir ku ev bûye navendî. Akyuzê got: “Di civakê de mekanîzmayeke ku dixwaze ‘jina maqûl’ biafirîne û wê kontrol bike heye. Girtîgeh navendek e ku ev mekanîzma lê hê kûrtir dibin. Gilî tên ku ev der pergaleke baviksalarî ye û ev yek didome."    PÊWENDIYA BI DERVE RE TÊ BINPÊKIRIN   Akyuzê anî ziman ku pêwendiya girtiyan a bi cîhanê re hatiye qutkirin û hatine îzolekirin û wiha got: “Yek ji serlêdanên ku herî zêde em distînin jî der barê sewqkirina cihên dûrî malbatên wan in. Ji ber ku piraniya malbatan xizan in, dibe ku di warê serdanê de derfetên wan tune bin. Bi mesrefa rê û pirsgirêkên mayinê re rû bi rû dimînin. Jixwe pêwendiya girtiyan a bi derve re ya bi rêya malbatê yan jî bi rêya telefonê çêdibe. Lewma gava hevdîtina bi malbatê re tune be, pêwendî qut dibe."    Akyuzê ku girtîgehan wekî "qada ku nayê dîtin" pênase kir, wiha domand: "Divê ev qad bê dîtin. Pêwîst e ev qada ku nayê dîtin bê dîtin û bihîstin."