Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn 2024-02-27 15:19:16   SEMSÛR - Li Semsûrê jinan Pinar Bûlûnmaz a ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin bibîranî û peyama “Em ne di şînê de ne di serhildanê de ne” dan.    Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Semsûrê ji bo Pinar Bûlûnmaz a di 23’yê sibatê de li navçeya Sêwereg a Rihayê ji aliyê hevjînê xwe Ridvan Bûlûnmaz ve hate qetilkirin li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Ji bilî endamên Meclisê pisxaleta Bûlûnmazê Dîlek Comer û gelek jin jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” vekirin û dowîzên “Jin jiyan azadî” û “Em ne di şînê de ne di serhildanê de ne” hatin hilgirtin.    Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Semsûrê Rengîn Kilinc, diyar kir ku qetilkirina Pinarê bi îdiaya întîharê tê veşartin û got: “Êdî veşartina rastiyan ne pêkan e û em ê ji hemû kesên bûne hevkarên vê cînayetê hesab bipirsin. Yê ku Pinar ji jiyanê veqetand ne hevjînê wê ye, desthilata dijminê jinan e.”   Pisxaleta Bûlûnmazê, Dîlek Comertê jî xwest ku faîl Ridvan Bûlûnmaz cezayê herî giran bistîne.