Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in 2024-02-18 10:40:46 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bernameya danezana hilbijartinê ya jinê de axivî û diyar kir ku tekane partiya wekhevîna zayendan diparêz e partiya wan e û wiha got: “Hevserokatî û nûnertiya wekhev di çi partiyên din de nîne.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Enqereyê danezana jinan a hilbijartina rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bê lidarxistin eşkere kir. Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li bernameyê bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn. Li eywana çalakiyê di serî de bi kurdî, bi gelek zimanên din afîş hatin daliqandin. Di afîşan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Bername, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari, danezana hilbijartinê ya jinan çavkaniya xwe ji têkoşîna jinan a pênc hezar salî û jinên kurd digire. Hatîmogûllari wiha got: “ Danezaneke pir xurt e. Em ê li herêman li dijî pergala mêrserwer, li dijî jiyana bajaran a pergala mêrê serdest ava kiriye, em jin dê feraseta xwe ya şaredarvaniyê ya li ser esasê azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk pêşkeşî we bikin.”    'EM JI BO DAYIKÊN KURD PIR DEYNDAR IN’   Hatîmogûllari, diyar kir ku jinan ji bo hevserokatî û nûnertiya wekhev bedelên giran dane û wiha domand: “Ji Lîlîthê heta Înannayê, ji jinên têkoşîna zanistê dayîn heta yên di dadgehên engîzîsyonê de bedel dayîn lê paşvegav neavêtin û ji pîrevokên Rojhilata Navîn re bi hezaran slavan dişînim. Ew, kedkarên îro ne. Em ji bo Clara Zetkin, Rosa Luksemburg, Behîce Boran, Şîrîn Tekelî, Sakîne Cansiz, Sêvê, Hevrîn Xelef û Jîna Emînî gelek deyndar in. Ji bo Dayikên Aştiyê yên ku di têkoşîna jinan de şopên erênî hiştin, ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de, yên tevî ku cenazeyên zarokên wan bi kargoyan hatine şandin lê dev ji têkoşîna aştiyê bernedayîn, ji bo dayikên kurd gelek deyndar in.    Em ji bo jinên Rojava ku di sedsala 21’emîn de sûdekî mezin dan têkoşîna tevgerên jinan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê gelek tiştan deyndar in. Ji bo Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata yên di girtîgehan de û ji bo Aysel Tugluk a hêja gelek tiştan deyndar in. Ev li vir ji wan re silav û hezkirina xwe dişînim.”      ‘EM Ê BIBIN DENG Û GOTINA TE’   Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser gotina namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku digot; “Tiştekî hêsan nîne ku mirov di nava civakeke feodal de tevgera jinê ya azadîxwaz ava bike” û wiha pê de çû: “Em jin dê kampanyaya xwişka xwe rêhevala xwe Kişanak bi awayekî ku hêjayî tevgera jinê be bimeşînin. Gultan a hêja em ê hem bibin dengê te hem jî gotina te. Çawa ku we ev tecrûbeya têkoşînê ya 5 hezar salî ji me re hiştibe, em jî dê vê tecrûbe û mîrasê bidomînin û tu caran nehêlin alaya me bikeve erdê. Jinên hêja, tekane partiya wekheviya zayendan diparêze DEM Partî ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bilî me di çi partiyên din de nîne.    Mixabin hemû partiyên pergalê di mijara nûnertiya jinê de qels in û nahêlin jin wan kursiyan bi kar bînin. Jin nikarin bi qasî tê xwestin berdevkiya partiyan bikin. Em hewl didin pêşengtiyê ji guherîn û veguherîna civakî ya li Tirkiyeyê bikin.”    Piştî axaftina Hatîmogûllari, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû danezan xwend. Her wiha sînevîzyoneke têkildarî siyasetmedara girtî Gultan Kişanak hatibû amadekirin hat pêşandan. Namzetên hevşaredariyê yên jin di dawiya bernameyê de wêneke komî kişandin. Di bernameyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.