Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin 2024-02-14 09:10:03 RIHA - Endamên Xeta Jinê ji bo balê bikişînin ser Rojvelat Kizmaz ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pankarta “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandin.    Endamên Xeta Jinê ku ji xwendekarên zanîngehê yên jin pêk tê, ji bo balê bikişînin ser mirina biguman a Rojvelat Kizmaz ku di 9’ê sibatê de li Êlihê winda bû û cenazeyê wê 3 roj piştre di Bendava Heskîfê de hate dîtin, pankart daliqandin.    Endamên Xeta Jinê ji bo balê bikişînin ser Rojvelat Kizmaz ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pankarta “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandinhttps://t.co/6Dk85gFC5q pic.twitter.com/Ra09MLJyhJ — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) February 14, 2024   Pankarta bi kurdî a “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” bi jorbihûrka Bulwara Ataturkê ya navçeya Halîliye ya Rihayê ve hate daliqandin.