Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir 2024-02-08 15:24:21   XARPÊT - Çawişê pispor M.C. li Xarpêtê jina bi navê Burcu Demîr bi çekê qetil kir.    Jina bi navê Burcu Demîr ku li Nexweşxaneya Navenda Onkolojiyê ya Medîkal Hospital a Xarpêtê weke teknîkera fizyoterapîst dixebitî, rastî êrişa çekdarî ya çawişê pispor M.C. hat. Piştî welatiyên li derdorê agahî dayî, li cihê bûyerê komên tenduristî û polîsan hatin sewqkirin. Di mudaxileya komên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku Demîr jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Demîr ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û çawişê pispor M.C. ê ji cihê bûyerê reviyayî hêj nehatiye girtin.