Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin 2024-02-08 13:33:55   ENQERE - Jinên efxan bertek nîşanî tevlibûna Talîban a civîna dema pêş ji aliyê NY’yê ve were kirin dan. Jinan destnîşan kirin ku ev rewş Talîban rewa dike û NY hişyar kirin.    Komeke jinên efxan ên ku ji xwe re dibêjin “Jinên Protestovan” têkildarî civîna Dohayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dê di 17’ê sibatê de were kirin û rêveberiya Talîban jî tev li bibe, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    ‘DIVÊ TALÎBAN WERE DARIZANDIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Talîban muzakereyê heq nake, li şûna vê divê were darizandin û anîn ziman ku tev li kirina civînê, Talîban rewa dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev rewş dê hêzê bide Talîban û ev tişt hate gotin: “Ev rewş rê li ber Talîban vedike ku jinûve Efxanîstanê kontrol bike. Divê were fêmkirin ku ev civîn, xizmeta vê armancê dike.”    HIŞYARIYA MUXALÎFAN   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên muxalîf yên li dijî Talîban jî, dê tev li civînê bibin û daxuyanî wiha dom kir: “Em dostên xwe yên protestovan şiyar dikin ku bila bi Talîban re bi tu awayî hevdîtinê pêk nêînin. Li şûna vê em dixwazin Talîban ji ber sûcên kirine, were darizandin. Hewldana hin jinên protestovan ên ku dixwazin bi Talîban re tev li civînê bibin, didome. Divê eşkere were zelalkirin ku tu kesên di forûman de bi Talîban re dikevin civînan, jinan an jî jinên protestovan temsîl nakin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNEKE BIBIRYAR NÎŞAN BIDIN’   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Yên ku di bin navê temsîlkirina jinên protestovan tev li van muzakereyan dibin, têkoşîna jinan a li dijî vê koma sûcan û lêgerîna edaletê asteng dike. Ev koma sûc, gelê efxan bi taybetî jî jinên efxan temsîl nake û berpirsyariya encamên ji van hevdîtinan derdikeve dê li ser mile hevdîtinê dikin be. Em weke jin tenê dikarin li dijî Talîban têkoşîneke bibiryar nîşan bidin. Em tevlibûna ku dê zirarê bide pîvanên me red dikin. Em wek mexdûrên sîstematîk ên Talîban dibêjin ku divê ev kom di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Em ji diyaloga bi Talîban re dibêjin na. Bijî têkoşîna jinên protestovan. Bi hêviya ku lêgerîna edalet û azadiyê ya gelê Efxanîstanê bi ser bikeve.”