Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan 2024-02-07 15:09:01   ENQERE - Danişîna doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin. Di dosyayê de tenê Zeynep Boga girtî tê darizandin û bi hinceta “gumana revê heye” nehat darizandin.    Duyemîn danişîna doza 9 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 2'yê kanûna 2022'yan di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, hat lidarxistin. Danişîna dozê ku aktîvîst bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Avakirin û birêvebirina rêxistinê” tên darizandin, li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Fîgen Ektî, Hatîce Gungor û Hatîce Yaman ên di danişîna ewil a di çarçoveya dosyayê de hatin berdan, ji Amedê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedara girtî Zeynep Boga jî di danişînê de amade bû.    Endamên Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), parlamentera Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Tatlîgul Gul tev li danişînê bûn.    Dosyayên ku li Amedê ya der barê Bogayê de hatî vekirin bi dosyaya Enqereyê ve kirin yek. Boga, parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku tişta ku tê kirin zilm e. Boga, daxuyand ku wek aktîvîst û xebatkara meclisa jinan e û wiha got: "Her kes min nas dike. Em mafdar in û em dixwazin vî welatî biguherînin û demokratîk bikin. Bihêlin ku em biçin bixebitin."   Boga, der barê îfadeyên şahîda bi nasnavê “Emîne”yê de jî wiha axivî: "Di dosyayê de her heman tişt tê gotin. Ev zihniyeta heyî hewl dide ku xebatên me yên jinan asteng bike. Li Amedê dosyayek hat vekirin û darizandineke edilane pêk nehat. Ez Umît Akbiyik nasnakim. Lîsteyek datînin li ber van û îfadeyên wan digirin."   Piştre jî parêzer Gulşen Ozbek Yildirim parastin kir û got: "Dosyayên ku kirin yek heman naverok in. Muvekîla min di sala 2009’an de hat girtin û 5 salan li benda parastinê ma û herî dawiyê jî beraet kir. Niha bi heman darizandinê re rûbirû maye. Ev tişt ne qanûnî ye. Xebatên jinan dide meşandin, li herêma Serhedê dixebite. Çawa dikare bi dehan cihê bixebite û cih bigire em ji vir dipirsin?"    Piştî Parêzer Cahît Kirkazak jî parastina Boga kir. Dozger jî xwest rewşa girtî ya Boga bidome. Boga, careke din mafê axaftinê girt û daxwaza tehliyeya xwe kir.    Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Boga bidome û ji bo 8 jinên din jî biryara berdewamiya tevdîra kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat da. Doz taloqî 30'ê nîsanê hate kirin.