Li Bêrecûkê tundiya mêr 2024-01-30 10:39:19   RIHA - Kesê bi navê Oktay Korkmaz li Bêrecûkê bi çekê êrişî hevjîna xwe Gul Korkmaz û malbata wê kir. Di êrişê de Korkmaz û endamên malbatê birîndar bûn.    Jina bi navê Gul Kokrmaz ku li Dîlokê dijiya, xwest dev ji hevjînê xwe Oktay Korkmaz berde. Korkmaz, hate navçeya Bêrecûk a Rihayê ku malbava wê li wir dijiya. Li ser vê yekê Oktay Korkmaz bi hinceta “axaftinê” hate mala malbava Korkmaz a li Taxa Almaşarê. Nîqaşa ku li malê dest pê kirî mezin bû û her du aliyan bi kevir, ço û tifingan êrişî hev kir. Di dema şer de Gul Korkmaz û keça wê Çîgdem Korkmaz bi çekê birîndar bûn û Omer, Feyyaz û Muslum Korkmaz jî ji ber keviran birîndar bûn.    Hat zanîn ku rewşa jinên birîndar giran nîne.