Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan 2018-05-08 15:38:03   WAN – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê starta hilbijartinê dan û bang li her kesî kirin ku li dora HDP’ê bibin xelek.    Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê starta xebatan da. Pêkhateyan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê civîn li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdarî civînê bûn.    ‘ME BÎAT NEKIR Û RADEST NEBÛN’    Aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya li ser navê jinan daxuyanî da û got ku ji bo ew vîna jinan di hilbijartinê de bidin nîşandan dê bixebitin. Derya anî ziman ku ew ê ji bo jiyanek azad, demokratîk û aştî dê benda hilbijartinê hilweşînin û got: “Em jin nîvê cîhanê ne. Em li dijî hemû pêkanînên li ser jinan derbikevin û ji xespa keda jinê re serî netewînin. Em li kolan, kargeh, zevî û Meclîsê û li her deverê ne. Me bîat nekir û radest nebûn.”    BANGA LI DERDORA HDP’Ê BIBIN XELEK KIR    Derya da zanîn ku HDP partiya jinan e û ew banga hemû jinên hatine qetilkirin in. Derya bang li her kesî kir ku li dora HDP’ê bibin xelek û bi taybetî xwest jin li gel HDP’ê cih bigirin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jîyan azadî" bi dawî bû.