'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî 2024-01-21 09:27:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji mekanîzmayên ku herî zêde desthilata nêrza berê xwe didê rêveberiyên xwecihî ne. Jinên kurd ên mudaxileyî tekparêziya di rêveberiyên herêmî de kirin, bi pergala hevserokatiyê ava kirin û deskeftiyên xwe zêde kirin.  Serdestiya mêraniyê ya li rêveberiyên herêmî yên li Tirkiye û Kurdistanê, piştî salên 1990'î bi tevgera jinên kurd re ku di qada giştî de bêhtir wekî "kirdiye polîtîk" derket holê, dest pê kir. Jinên ku bê şik pêkhateya herî dînamîk a tevgera siyasî ya kurd in, bi destkeftiyên ku bi bedelên mezin bi dest xistine, li qadên xwecihî bi avakirina pergala “hevserokatiyê” di dîroka Tirkiye û cîhanê de mohra xwe li bibin veguherîneke mezin xistin. Ev têkoşîna ku li welat roleke pêşengî lîst, di têkoşîna azadiya jinê de destkeftiyên girîng bi dest xistin.    GAV BI GAV GUHERÎN   Dema ku di sala 1930’yî de li Tirkiyeyê yekemîn hilbijartinên şaredariyan ên ku jin beşdarî wan bûn hatin kirin, rewşa herêmên herêmî bi jinên kurd re guherî. Di hilbijartinên 1999'an de 3 şaredarên jin ji Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP), di hilbijartinên 2004'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP) 9, di hilbijartinên herêmî yên 2009'an de jî ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 15 şaredar û gelek endamên meclisên şaredariyan hatin hilbijartin. Hilbijartinên Herêmî yên 30'yê Adara 2014'an di têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de bû xala veguherînê. Di 96 şaredariyan de ji 102 şaredariyên ku bi pergala hevserokatiyê hatin bidestxistin, temsîliyeta wekhev pêk hat û ev, bi tevahî siyaseta herêmê guherand. Ji ber vê yekê di nava şaredariyan de ku jin lê xwedî gotin in, navendên jiyanê û piştgiriyê, xetên telefonê yên tundiyê hatin vekirin û bi rêya rêveberiyên jinan û yekeyên maseyên jinan, pêwendî bi jiyana jinan re hat danîn.    ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN   Ji saziyên jinan ku pê rêxistinbûyîna xwe û destkeftiyên xwe xurt kirin hinek jê ev in: “Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pirsgirêkên Jinê (DÎKASUM), Şaredariya Peyasê: Navenda Jinan a Ekîn Ceren, Şaredariya Sûrê: Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Amîda, Şaredariya Bajarê Nû: Navenda Jinan a Roza, Şaredariya Bismilê: Navenda Jinê ya Nûjîn, Şaredariya Licê: Navenda Jinan a Nûjiyan, Şaredariya Farqînê: Navenda Jinê ya Meya, Şaredariya Hênê: Navenda Jinan, Şaredariya Pasûrê: Navenda Jinê ya Zozan Eren, Şaredariya Şirnexê: Navenda Jinê ya Zahîde, Şaredariya Silopiyayê: Navenda Jinê ya Viyan, Şaredariya Cizîrê: Navenda Jinan a Sitiya Zîn, Şaredariya Êlihê: Navenda Jinan a Selisê, Şaredariya Bedlîsê: Navenda Hevgirtina Jinan a Dîlanê, Şaredariya Mêrdînê: Navenda Jinan a Arîn, Şaredariya Qoserê: Navenda Jinan a Nûda, Nisêbîn: Navenda Jinê ya Gulşîlav, Şaredariya Dêrikê: Navenda Jinan a Peljînê, Şaredariya Kerboranê: Navenda Jinê ya Çîçek, Şaredariya Şemrexê: Navenda Jinê ya Rewşen, Şaredariya Xelfetiyê: Navenda Jinan a Sara, Şaredariya Wêranşarê: Navenda Jinê ya Berjîn Amara, Şaredariya Wanê: Navenda Jinê ya Jiyanê ya Rojînê, Şaredariya Îpekyolûyê: Navenda Jiyana Jinê ya Maya, Şaredariya Erdîşê: Mala Piştevaniya Jinan, Şaredariya Artemêtanê: Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, Şaredariya Miksê: Navenda Jiyana Jinê ya Miksê, Şaredariya Payîzavayê: Navenda Jiyana Jinan, Şaredariya Colemergê: Navenda Jinê ya Binevşê, Şaredariya Çelê: Navenda Jinan a Bervarê, Şaredariya Şemzînanê: Navenda Jinan a Nûjîn, Şaredariya Gimgim: Navenda Jinê ya Savûşka, Şaredariya Dêrsimê: Navenda Jinê ya Yaşam, Şaredariya Bazîdê: Navenda Jinê ya Sema Yuce, Şaredariya Sêrt: Navenda Jinan a Berfîn, Şaredariya Akdenîzê: Navenda Jinê ya Îştarê.”   Bi van sazî û navendan re têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan hat dayîn û xizmetên hiqûqî, derûnî û şêwirmendiyê hatin dayîn. Tevlîbûna jinan a li qadên jiyanê bi projeyên kooperatîf û îstîhdamê pêk hat. Jinên ku rastî tundiyê hatin, hatin parastin û li stargehan xwedî li wan hat derketin. Ji bo wekheviya zayendî pêk were perwerde hat dayîn. Ji bo jin karibin beşdarî kar û qadên cuda yên jiyanê bibin kreşên zarokan hatin vekirin. Li gorî daxwazên jinên li taxan dijîn qurs, kooperatîf û atolyeyên tekstîlê hatin avakirin. Hilberîna sera û çandiniya organîk di nava şaredariyan de hat kirin. Hilberînên jinan bi rêya bazarên taxan hatin berpêşkirin. Dîsa cihê cilşûştin xalîçeşûştinê û tenûran hatin vekirin û jiyana rojane ya jinan hêsantir bû.   HEVŞAREDARÊN GIRTÎ   Lê belê têkoşîna jinê ya ji bo veguherîna pergalê piştî du salan bi êrişê re rû bi rû ma. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de ku bi biryara Civîna Lijneya Wezîran a 20'ê Tîrmeha 2016'an hat ragihandin, ji 102 şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dest xistibûn, ji bo 96 heban qeyûm hatin tayînkirin. Dema ku qeyûm hatin tayinkirin, yek ji karê wan ê yekemîn, êrişa li destkeftiyên jinan bû. Navend, stargeh, qadên jiyanê, park û kooperatîfên jinan hatin girtin. Navendên ku nehatin girtin jî, bi tevahî bêerk hatin hiştin. Rêxistinên ku di avahiya îdarî de wekî midûriyeta jinan û beşên jinan hatibûn avakirin, hatin betalkirin. Ne tenê navend hatin girtin, navê jinan ên li ser tabelayan hatin rakirin û di bin navê malbatê de hewl hat dayîn ku berbiçavbûna wê bê tunekirin. Hin jinên kedkar ji kar hatin avêtin, hin ji wan jî li peywirên pasîf hatin tayînkirin û belgeyên jinên ku serî li navendên şêwirmendiyê dabûn jî hatin desteserkirin. Ji 96 hevserokên jin 35 jê hatin binçavkirin û girtin. 15 hevşaredar ku 5 jê jin in, hê jî di girtîgehê de ne.    Jinên ku tevî êrişan jî dest ji destkeftiyên xwe bernedan, di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de kgelek şaredarî ji qeyûmên hatin tayinkirin stendin. HDP'ê di hilbijartinê de 3 jê yên bajarê mezin bi giştî 65 şaredarî bi dest xistin. Lê ji van şaredaran 6 jê bi hinceta bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbataya wna nehat dayîn. Piştî vê dets bi tayinkirina qyeûman hat kirin. enê qeyûm tayinî 5 şaredariyan nehat kirin. Şaredariyên qeyûm tayinî wan nehatin kirin ev in: Komira Semsûrê, Panosa Agiriyê, Çinara Amedê, Silopiyaya Şirnexê û Gundikê MElê ya Şirnexê. Qeyûmên ku 4 meh piştî hilbijartinan hatin tayînkirin, gelek projeyên ku hatibûn destpêkirin betal kirin. 72 hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 20 jê jin 39 hatin girtin û hê jî 3 jê jin bi giştî 7 hevşaredar girtî ne.   JIN BI BIRYAR IN   Jin, niha xwe ji bo hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an amade dikin. Jin tevî hemû êrişan jî bi biryar in ku bi paradîgmaya jinê ya azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk di çarçoveyeke demokratîk de jiyan û civakê ji nû ve ava bikin.