Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz 2024-01-06 11:35:43   AMED - Gonul Kaya ku hevaltiya wê ya bi Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin re kevn e wiha got: “Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”   Yek ji pêşeng û qadroyên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Parîsê Fransayê hate qetilkirin. Yek ji sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, di sala 1958’an de li Dêrsima ku warê Besê û Zarîfeyên ji bo di komkujiya weke Komkujiya 1938’an tê zanîn nekevin destê pergala serweriya mêr çek hilgirtin û xwe di zinaran de avêtin hate dine. Cansiz a di temenên ciwantiya xwe de kete nava lêgerînan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê adara 1971’an de bi têkoşîna ciwanên şoreşger re eleqedar bû. Cansiz a li Xarpêtê di nav qadroyên pêşeng ên PKK’ê yên bandor li xwendekaran dikir de bû, heta sala 1978’an bi awayekî çalak xebatên rêxistinkirina ciwanan meşandin. Cansiz têkoşîna xwe di serî de li Dêrsim û Çewlîgê li bajarên derdorê berdewam kir.    Cansız ku di 27’ê Mijdara 1978’an de di Kongreya 1’emîn a damezrandina PKK’ê de cih girt, di sala 1979’an de bi komek hevalên xwe re li Xarpêtê hat girtin. Cansız ku li Girtîgeha Amedê ya di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î de îşkence lê hate girankirin, tevî êşkenceyên ku lê hatin kirin jî bi berxwedana xwe ya li girtîgehê bû sembol. Tevî hemû îşkence û zextan jî Cansiz li girtîgehên Xarpêt, Meletî, Amed, Çanakkale û Bûrsayê li dijî êşkencekaran têkoşiya. Cansiz piştî ku di sala 1991’an de ji girtîgehê hat berdan, têkoşîna xwe bi awayekî aktîftir dewam kir. Ew jî li Filistîn û Sûriyeyê ma û tev li konferans û kongreyên PKK’ê û Tevgera Jinên Kurd bû. Cansiz ku di rêxistinbûna Tevgera Jinên Kurd de rola pêşengiyê lîst, beriya qetilkirina wê ya di 9’ê Çileya 2013’an de li Ewropayê li gelek qadan xebat meşand.   Gonul Kaya ya di sala 1998’an de Sakîne Cansiz nas kir û demekî dirêj pê re hevaltî kir, hevrêya xwe Sakîne Cansiz ku jê re dibêje “Jineke evîndara azadiyê bû” vegot.    Kaya, diyar kir ku ewilî Cansiz di sala 1998’an de di civînekê de nas kir. Kaya, têkildarî dîtina Cansizê ya ewil de wiha got: “Em bi kelecan bûn ku heval Sakîneyê nas bikin. Ew jî ji bo me nas bike bi kelecan bû. Naskirina hevalên nû ew gelek keyfxweş dikir. Ji axaftina wê sohbeta wê ya bi me re, bersiva dida pirsên me diyar bû. Min ji wê roja ewil ku me hev nas kir ve hezkirin, eleqeya heval Sakîne ya li hember hevrêyên wê, parvekirin û hewldanên wê dîtin. Di wê de enerjî, coş û keyfxweşiya vê qet xelas nebû.”   Kaya, anî ziman ku Cansiz li Kurdistanê efsaneyeke û wiha berdewam kir: “Efsane gelemperî rastiyeke ku ‘berê hatiye jiyîn û xelas bûye’ penase dike. Lê Sakîne, ev rastî ‘weke efsaneya dijî’ guhert. Di eslê xwe da îspat kir ku her jin di jîyana xwe da efsaneçêker e. Her tim bi zindîkirina xwe, hedefgirtin, bi hest û hişmendiyeke mezin û bi çalakiya xwe ev nîşan da. Bi cesaret, şoreşgerî, lêgerîn û şerê xwe nîşanî me da ku dikarin derkevin derveyî jiyana bi sînoran hatiye diyarkirin.”   ‘EVÎNDARA AZADIYÊ BÛ’    Kaya ya qala dilnizmiya Cansizê kir, diyar kir ku xweşikiya hevrêtiya jinan pêkan bû mirov di Cansizê de dîtibûya û ev tişt gotin: “Yek ji damezrînerên destpêkê yên jin ên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û bi berxwedana xwe mohra xwe li dîroka têkoşînê xist. Cihê wê ji herkesê cudatir bû lê wê ev qet bi me neda hîskirin. Di sohbeteke me de dema hevalekê qala wê dikir ku şoreşgereke çendî mezin e,  min li heval Sakîneyê nêrî. Rûyê sor bû, gotinên pesindayînê ew da bû şermê. Serê xwe hinekê daxist û bi kesê got ‘ne heval em mezin nekin, esas xwediyên berxwedanê Mazlûm û Kemal in.’ Bi awayekî dem dirêj ji me re vegot ku divê em çawa nêzî berxwedanê bin. Bi herkesê re têkiliya fikir û dil ava kir, şopa xwe hişt. Min rojekê nebihîst ku ji zehmetiyên dijiyan û bêderfetiyan gilî kir. Kêmasî rexne dikirin lê gilî nedikir. Têkiliya vê bi azadiyê re heye. Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”     Kaya, anî ziman ku yek ji encama bingehîn ku ji jiyan û têkoşîna Cansizê derxist jî girîngiya dida perwerdehiya jinan bû û wiha lê zêde kir: “Hevala Sakîne mînaka vê ya herî baş li Zindana Amedê nîşan daye. Li aliyekê berxwedaneke bêhempa daye li aliyê din bi jinên di zindanê re jiyaneke birêxistinî ava kiriye û dijmin di vê noxteyê de têk biriye.”    NEKET NAVA ŞAŞITIYA ‘MIN LI BER XWE DA, AZAD BÛM’    Kaya, anî ziman ku Cansiz tu caran nekete nava şaşitiya ‘min li ber xwe da, azad bûm’. Kaya, bi lêv kir ku israra di têkoşînê de karaktera wê ya bingehîn bû û wiha pê de çû: “Jina ku azadiyê dixwaze divê zana, birêxistinkirî û têkoşer be. Divê ji welat, ax, dîrok û çanda xwe hez bike. Divê sekin, axaftin û meşa wê li gorî rêgez û exlaqê azadiyê be. Heval Sakîne xwedî vê helwestê bû. Tu mêr nikarin bi awayekî ji rêzê nêzî jineke wiha bibin. Ji xwe civakeke azad ku bi jinan re hatiye avakirin jî destûrê nade vê yekê.”   ‘ŞERÊ SAKÎNEYÊ’    Kaya diyar kir ku pirtûka Cansız a bi navê “Jiyana min her tim şer bû” berxwedan û sekna şoreşgerî ya li dijî xeta “hêz, tundî û şer” a 5 hezar salan li ser jinê û hemû bindestan tê ferzkirin îfade dike û got, “'Şerê' hevala Sakîne jî xwe dispêre vê xeta berxwedanê ya 5 hezar salan. Hevala Sakîne ne tenê bi mêtingeriya ku kurdistan dagir kiriye re, di heman demê de bi kesayetiyên mêtinger ên di civaka kurd de hatine afirandin re jî di nava şer de ye. Di hevala Sakîne de ev şer ewqas bi hêz e her çiqas êşê bikişîne jî dibêje ‘jiyana min ev e’, ev jî di wê de azadiyê ava dike. Dibêje ‘ev şer nebe ez nikarim bijîm.’ Ji bo vê jî heval Sakîne pêşenga biryardariya me ya jiyan, têkoşîn û azadiyê ye, abîdeya me ya xweşikbûnê ye, rol modêla me ye.”   Kaya, bi bîr xist ku Sakîne Cansiz di rastiya Dêrsimê ya ku qirkirin lê hate ferzkirin mezin bûye û got: “Kurd li ser axa xwe bi seferên leşkerî yên sedsala 20’emîn ên herî zalim hatin qirkirin, dû re bi qirkirina spî re hate xwestin ku bîra wan were jêbirin, lal bibin û ruhê wan were ziwakirin. Lê hevala Sakîne delîle ku van komkujiyên li kurdan û gelan rewa hatine dîtin tu encam bidestnexistine.”   ‘BÛ NAVÊ RONÎKIRINA DÎROKA JINAN’    Kaya, anî ziman ku berxwedan, sekin û têkoşeriya Sakîne Cansizê bandoreke diyarker li ser jiyana jinên kurd kiriye û wiha domand: “Nîşanî me daye ku ka em çi bikin, çawa bijîn çawa şer bikin. Em ji Sakîneyan hîn bûn ku divê em çawa bibin şopdarên Çîçek Selcan, Azîme Demîrtaş, Rahîme Kahraman, Hanım Yaverkaya, Sûltan Yavûz, Besê Anuş ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de dîrok afirandine. Em teşwîqî şoreş, civakîbûn, siyaset, têkoşîna bîrdozî, avakirina jiyaneke felsefî û hunerî kir û cesareteke mezin da me.”   ‘KOMKUJÎ LI DIJÎ HELWESTA XETA JINÊ HATE KIRIN’     Kaya bi bîr xist ku komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê di demeke dîrokî de rû da û der barê armanca komkujiyê de ev tişt anî ziman: “Yek ji armanca qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leylayê girêdayîna wan a xeta aştî û berxwedanê ya Abdullah Ocalan bû. Hêza bingehîn a tevgera azadiya kur dli ser piyan dihêle ev sekne. Ya ku xwestin bikujin bû ev sekna jinê. Zimanê mekanizmaya dewletê girêdayî zor û tundiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo qetilkirina her sê hevalan wiha gotibû ‘Qetilkirina heval Sakîneyê 2’yemîn Komkujiya Dêrsimê ye.’ Di serhildanên Koçgirî, Agirî, Zîlan û Şêx Seîd de gel hatiye qirkirin. Xwestin bi Dêrsimê re vê bidawî bikin. Lê ruhê Dêrsimê di kesayeta heval Sakîneyê de zindî bûye. Ji ber mezinahiya vê têkoşînê ji ber tirsa ji vî rûhî komkujî pêk anîn.”   ‘EM Ê ŞERÎ MEZIN BIKIN’    Kaya, got ku “Ronîkirina komkujiya Parîsê, cezakirina faîlan, girêdayî encamên di pirsgirêka kurd de derkevin holê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Helbet kujer hesaba vê komkujiyê napirsin. Ji ber vê yekê weke heval Sakîneyê em ê weke damezrînerên rast ên heqîqet, edalet û hezkirinê xwe bi rêxistin bikin û şerê xwe mezin bikin. Peymana civakî ya jiyaneke nû ku xwe dispêre rizgariya jinê tê qebûlkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bicihanîn. Jiyaneke nû tê avakirin. Jinên enternasyonal ji bo vê avakirinê tên û navê xwe dikin 'Sara'. Têdikoşin, bi hezkirin şerê xwe mezin dikin. Heval Sakîne, dîrok, ked, hezkirin, xeyal û xweşikahiya şer a jinê ku bi hezaran salan de di tarîtiyê de tê hiştin gihand nifşên piştî me. Perspektîfa azadiya jinê ya sedsala 21’emîn ew e ku li ser xeta Zîlanan, Berîtanan û Sakîneyan bijîn, li ber xwe bidin û jiyana azad ava bikin. Jin êdî li bendê namînin ku şoreşek pêk were û mafên wan bên dayîn. Dibin şoreş bi xwe. Civak êdî tev li şoreşa jinê dibe. Ji ber vê yekê Sakîne, Fîdan, Leyla, Emîne zêde dibin û dijminên azadiyê diqehirînin û dê vê yekê bidomînin jî.”   MA/ Mujdat Can