Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket 2023-12-31 12:19:46   STENBOL - Hejmara Kovara Jînê ya vê hefteyê bi manşeta “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê” derket.    Hejmara 44’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê” derket. Di hejmara dawî ya sala 2023’yan de nivîskara femînîst Hulya Osmanagaoglû bi nivîsa “2023 û nedayîna windakirinê bi AKP’ê” bal kişand ser têkoşîna femînîstan û tevgerên jinan ên li dijî zextên civakî. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Denîz Dîcle jî bi nivîsa xwe ya “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala têkoşîna jinan” qala têkoşîna jinan a di sala 2023’yan de kir.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * 2023 û nedayîna windakirinê ya bi AKP’ê / Hulya Osmanagaoglû   * Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala têkoşîna jinan / Denîz Dîcle    * Berxwedana jinên îranî yên dibêjin “Em ê jiyanê dîsa bistînin” didome / Koma Kovara Jînê    * Rojên dawî yên salekê / Oya Açan   * Du salên ‘Cihêkariya Zayendî’ ya Talîban a li Efxanistanê / Belquis Ahmadi - Werger