Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin 2023-12-11 11:12:48   SÊRT - Parlamentera HEDEP’ê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku ji bo jinan ji bilî yekitiya jinên kurd tu rêyên din nînin û wiha got: "Divê em li dijî şer, pişaftin û qirkirina xwezayê yekitiya xwe ava bikin.”   Şandeyek ji Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û aktîvîstên jin pêk dihat, di navbera 29’ê mijdarê û 4’ê kanûnê de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hin rêzehevdîtin kir. Di hevdîtinên çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan azadî ber bi azadiyê ve” de jinan mijarên weke têkoşîna azadiya jinê, tundiya li dijî jinê û yekitiya neteweyî ya jinên kurd nîqaş kirin.     ROJEVA JINAN   Parlamentera HEDEP’ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ku di şandeyê de cih digirt, destnîşan kir ku wan têkildarî sûîqestên li dijî jinan ku di demên dawî de li başûrê Kurdistanê zêde bûne bi Waliyê Silêmaniyeyê re hevdîtin kirine. Saritaş, diyar kir walî jî mîna wan difikire û armanca ji van sûîqestan ew e ku rê li ber yekitiya neteweyî ya gelê kurd bê girtin.    Saritaş, anî ziman ku wan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de bi saziyên jinan ên li Silêmaniyeyê re hatine cem hev. Saritaş, got ku wan bi jinan re li ser mijarên avakirina yekitiya neteweyî ya jinên kurd, rêbazên lihevcivînê û çawaniya başkirina têkiliyan nîqaş kirine. Bi domdarî Saritaş diyar kir ku ew ê têkildarî çalakî û bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî bi saziyên jinan ên bajêr re di nava peywendiyan de bin.    GIRÎNGIYA YEKITIYA JINAN   Di berdewama axaftina xwe de Saritaş anî ziman ku tevî êriş û zextên li her çar aliyên Kurdistanê jî jin li ber xwe didin û bilêv kir ku dê yêkitiya neteweyî ya kurd bi destê jinan baştir were avakirin. Saritaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dizanin ku li her çar aliyên Kurdistanê jin di vê mijarê de heman difikirin. Ji ber ku ev sed sal in mexdûrên vî şerê qirêjî û pişaftinê em in. Me li ser mijarên ku dê çawa têbikoşin, di mijara çand û ziman de em ê çi bikin û dê çawa xwe birêxistin bikin nîqaş meşandin û em gihiştin xalên hevpar."    ‘JI BILÎ YEKITIYÊ TU RÊ NÎNIN'   Di dawiya axaftina xwe de Saritaş da zanîn ku li dijî şer, talana ekolojiye û pişaftinê ji bilî xwebirêxistinkirinê tu şensên wan nînin û wiha got: "Ji bilî yekitiya neteweyî tu rêyên me yên din nînin. Ji ber ku xwebirêxistinkirin ji bo me gelek girîng e. Em ji bo ku pêşengtiya vê yekê bikin xwedî hêz, îrade û mîsyon in. Divê li dijî şer, pişaftin û qirkirina xwezayê em xurttir deng derxin, xwe birêxistin bikin û yekitiya xwe ava bikin.”   MA / Rûkiye Adiguzel