Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin 2023-11-21 12:17:27   KOCAELÎ - Li navçeya Çayirovayê Bahrî G. yê hevjîna xwe Kezban G. qetil kir, kurê xwe Salih G. jî bi giranî birîndar kir û reviya.    Li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê zilamê bi navê Bahrî G. bi çekê hevjîna xwe Kezban G. qetil kir û kurê xwe Salih G. jî bi giranî birîndar kir. Li ser îxbarê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku Kezban G. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Salih G.’yê ku bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gebzeyê.    Polîsan ji bo faîl Bahrî G. yê reviya were girtin xebat dan destpêkirin.