Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan 2023-11-19 16:56:42   AMED - Weqfa Paul Grunîngerê “Xelata Mirovayî û Wêrekiyê” da Berdevka TJA’yê ya berê Ayşe Gokkan.    Paul Gruenînger (1891-1972), sînorê Swîsreyê ji bo penaberên ji Naziyan direviyan vekir û gelek penaber xelas kiribû. Weqfa Paul Gruenînger, her sal ji bo bîranîna Gruenînger “Xelata Mirovayî û Wêrekiyê” dide. Weqfê, xelata îsal da Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan û penabera karker a polonyayî Paula Weremiuk. Ji bo dayîna xelatê li eywana pêşangehan a Palace ya Kantona St. Gallenê torenek hat lidarxistin û xelat hatin dayîn.    ‘BERXWEDANA KOLEKTÎF A BI HEZARAN JINÊN BI CISARET’    Gokkan, ji girtîgeha lê tê ragirtin peyamek şand û ji bo ku hêjayî xelatê hatiye dîtin spasî kir. Gokkan, di peyama xwe de wiha got: “Ez Weqfa Paul Grueninger, malbata Paul Gruninger, endamên juriyê û hemû beşdaran bi tîrêjên rojê yên bêdawî û bi coşa ‘Jin, jiyan, azadi’ silav dikim. Spasiya her kesên piştgirî dane vê xelatê û em jinên kurd ji bîr nekirin dikim. Weke endameka Tevgerên Jinên Azad û weke keseka ku li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de têdikoşe dibêjim ku min ev xelat ne bi keda xwe ya şexsî lê bi saya berxwedana kolektîf a bi hezaran jinên dilwêrek qezenc kir. Vê berxwedanê bi xwe re pir deng anî û ji çar aliyên cîhanê piştgirî jê re hate dayîn. Lewma bi dehan salan cezayê hefsê li min hate birîn. Lê ez li vir bi tenê nînim. Bi hezaran jinên kurd di girtîgehan de ne. Li vir, li Girtîgeha Sîncanê, dazdeh jin hene ku pir zû de cezayê xwe qedandine lê nayên berdan. Ji bo ku serdanên ji bo me pir kêm bên kirin, bi qasî ji dest tê me dişînin girtîgehên dûr. Gelek caran jî ji xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin. Em li vir gelek çîrokên kirêt dijîn lê naxwazim îşev dilê we reş bikim. Her çende ku ji hêla fîzîkî ve li cem we nebim jî, dilê min bi we re ye. Ji bo xelatê spas dikim. Jin, jiyan, azadî.”