Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin 2023-11-17 14:32:32   EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.    Endamên Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li ber şaxa PTT’ê ya Cumhuriyetê kom bûn û ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.    Beriya şandina kartan Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Edeneyê Belgîn Işik daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û ew di şexsê Xwişkên Mirabel de hemû jinên di oxira têkoşîna demokrasî, azadî, aştî û mafên mirovan de hatine girtin û qetilkirin bi bîr tînin û silav dikin û em kartên piştevaniyê bo jinên girtî dişînin.