‘Em ê starta 24’ê Hezîranê di 1’ê Gulanê de bidin’ 2018-04-29 09:11:01 WAN – Jinên kedkar ên Wanê anîn ziman ku dê li qada 1’ê Gulanê bersivê bidin pêkanîn AKP’ê yên li ser jinan û kedkaran û gotin: “Em ê starta hilbijartina 24’ê Hezîranê li qada 1’ê Gulanê bidin.”  Li Wanê kedkar û karker xwe ji pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karker û hilbijartina 24’ê Hezîranê re amade dikin. Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê Seher Kadîroglu Ataş diyar kir ku ev du sal e di bin şertê Rerwşa Awarte (OHAL) de cejna karkeran pîroz dikin û ji bo karker û kedkar danekevin kolanan her diçe şertê wan tên girankirin.    'LI DIJÎ NEHEQIYA BERXWEDANA ME DIDOME’    Ataş destnîşan kir ku bêyî ew li zextan guhdar bikin dê di 1’ê Gulanê de berxwedanê bilindtir bikin û got: “1’ê Gulanê ya beriya hilbijartinan ji bo me fersendek e. Ev 16 sal e desthilatdarî li ser jinan zext dike û wan hepsî malê dike. Tu polîtîkayek hikumetê kêrî jinan nayê.  Mafê karker û kedkaran 10 salên din jî hat xespkirin. Ji bo em van neheqiya ji holê rakin berxwedana me didome û em ê bidomînin. Em ê di 1’ê Gulanê de maf û daxwaza kedkar û karkeran qîr bikin. Lê ew çi bikin jî em ê mafê xwe ji wan bistînin. Ji bo rejîma yek zilamê têk biçe, em ê li ser navê maf, hiqûq, edalet û azadiyê biçin hilbijartinê. Divê em di vê hilbijartinê de hin bêtir xwedî li sindoqan derbikevin. Ji bo rêveberiya yek zilam têk biçe çi ji destê me bê divê em bikin.”    ‘EM Ê BERSIVA DESTHILATDARIYÊ BIDIN’    Sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Wanê Mesude Demîr jî da zanîn ku kedkar û karker di serdema xwe ya herî baş a têkoşer de dijîn û wiha axivî: “Çimkî em mafdar in û mafdariya me li holê ye. Em ne antîdemokratîkbûnê berevajî vê demokratîkbûna rast diparêz in. Em ê bi vê têkoşîna karker û kedkaran di 24’ê Hilbijartinê de bi ser bikevin. Em bersiva herî baş dikarin li qadên 1’ê Gulanê bidin desthilatdariyê. Em ê xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê li qada 1’ê Gulanê bidin destpêkirin. Çi dibe bila bibe di dawiyê de em ê bi ser bikevin.”