‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’ 2023-10-12 09:02:48   ŞIRNEX - Jinên tev li komxebata rêveberiyên herêmî bûn diyar kirin ku li dijî tundiyê divê li her taxê meclisên jinan, atolyeyên hişyarkirinê û navendên krîzê bên avakirin û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê çareseriyên kolektîf bên pêşxistin.   Piştî ku li Tirkiye û Kurdistanê pergala hevserokatiyê ketî meriyetê, asta newekheviya zayendî ya di rêveberiyên herêmî de gelek ket. Bi mayîndekirina vê pergalê re jinan di gelek qadên weke huner, çand, ziman, aborî û hwd. de pêşengtî kir. Lêbelê bi tayînkirina qeyûman  re saziyên jinan yek bi yek hatin girtin û şaredarî li gorî hişmendiya mêr hatin birêvebirin. Bi qeyûman re tundiya li dijî jinan zêdetir bû.    Endama Platforma Şahmaran a Jinan a Mêrdînê Gulîzar Îpek û ji saziya Dema Jinan a Stenbolê Dîlek Başalan têkildarî girîngiya rola rêveberiyên herêmî ya di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de axivîn.    ‘ŞERÊ TAYBET LI HER QADÊ LI DIJÎ JINAN TÊ MEŞANDIN’    Gulîzar Îpek, diyar kir ku dewletê bi destê qeyûman polîtîkayên xwe yên şerê taybet li bajaran birêxistin kir û wiha got: “Ji ewil êrişî qadên jinan kir. Sazî, navendên şêwirmendiyê û stargehên jinan hatin girtin. Ji vê armanc kirin ku jinan bi giştî bêdeng bikin û di nava çar dîwaran de bihêlin. Weke ku tê zanîn, li Kurdistanê herî zêde jin têdikoşin û jin hêza lokomotîf a têkoşînê ne. Pergal, bi rêya polîtîkayên şerê taybet hewl dide serî bi jinan bide tewandin û ji têkoşînê dûr bixe. Armanca esasî ya polîtîkayên şerê taybet, dûrxistina jinan a ji têkoşînê ye. Lewma li her qadê êrişî jinan dikin.”    NÎQAŞÊN LI SER AVAKIRINA ATOLYEYÊN XWEPARASTIN Û HIŞYARIYÊ   Bi domdarî Îpek destnîşan kir ku ji bo jin ji têkoşînê dûr bikevin her cureyên rêbazên qirêjî tên bikaranîn û wiha domand: “Ji ziman heta beden û keda wan, ji her alî ve êrişî jinan dikin. Yek ji mijarên herî girîng jî biçûkxistina jinê ye. Di bin navê evînê de jin tên îstîsmarkirin, wan neçarî fihûş, tiryak û hwd. dikin. Li dijî van êrişan, em jî nîqaşên avakirina atolyeyên xweparastin û hişyarkirinê dikin. Divê haya ciwanan ji polîtîkayên şerê taybet hebin. Divê atolyeyên hişyarkirinê di nava hemû ciwanan de bên belavkirin. Heke hewce bike em ê derî bi derî bigerin û şerê taybet bi ciwanan re parve bikin.”   Di berdewamê de Îpek anî ziman ku divê saziyên serbixwe bên avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li ser pêşîlêgirtina tundiyê nîqaş kirin. Ji bo vê stargeh pir girîng in. Li van stargehan zarokên kur ên bi ser 12 saliyê re nayên qebûlkirin. Gelek jin ji ber ku naxwazin zarokên xwe berdin, naçin van stargehan. Me got divê ev mijar jî bê sererastkirin. Her wiha mijarên weke avakirina stasyonên jinan, Peymana Stenbolê, têkoşîna li dijî tundiyê, nefeqe, avakirina atolyeyên hilberînê û hwd. hatin nîqaşkirin. Her wiha mijara aboriyê û dahatê jî bi berfirehî hatin nîqaşkirin.”    ‘DIVÊ NAVENDÊN KRÎZÊ YÊN ZAYENDÎ BÊN VEKIRIN’    Îpek, bi lêv kir ku divê rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de qadên berfireh ava bikin û ev nirxandin kir: “Di avakirina qadên aboriyê de xebatên şaredariyan gelek in û di vê yekê de şaredarî pêşengtiyê dikin. Divê şaredarî qadên îstîhdamê yên serbixwe ava bikin. Dema jin ji malên stargehê derdikevin, ji ber ku dahata wan nîne neçar dimînin ku biçin cem zilamên tundiyê li wan dikin. Mijara îstîhdamê û qadên hilberînê bi berfirehî hatin nirxandin. Li tu devera Tirkiyeyê navendên krîza zayendî nînin. Ji bo vekirina navendên krîza tundiya zayendî û malên mêvanan de pêşniyar hatin kirin.”   ‘BAWERIYA JINAN BI SAZIYÊN DEWLETÊ NAYÊ’   Îpek têkildarî rola qeyûman a di zêdebûna tundiya li dijî jinan de jî ev tişt anî ziman: “Piştî desteserkirina şaredariyan, êrişên li dijî jinan û destkeftiyên wan zêde bûn. Jinan herî zêde serî li yekîneyên jinan ên şaredariyan didan. Lê piştî ev sazî hatin girtin, cihek nema ku serî lê bidin. Baweriya wan bi saziyên dewletê nayê lewma serî lê nadin. Bi taybetî rêjeya tundiyê ya li Kurdistanê pir zêde bûye. Sedema vê ya herî mezin jî ziman û polîtîkaya pergalê ye. Hewl didin wekheviya jin û mêran bi temamî ji holê rakin. Lewma divê li her deverê atolyeyên hişyariyê bên vekirin û li her taxê meclisên jinan bên avakirin. Ji bo jin bi tenê nemînin û rastî tundiyê neyên, divê meclis bên avakirin.”    ‘HEWCEYE EM ÇARESERIYÊN KOLEKTÎF BIAFIRÎNIN’    Ji saziya Dema Jinan a Stenbolê Dîlek Başalan jî anî ziman ku di rêveberiyên xwecihî de xala herî esasî, pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê ye. Başalan, wiha dom kir: “Ji bo vê jî pêdivî bi xebatan heye. Jinên ji gelek deverên Tirkiyeyê tev li vê komxebatê bûn. Herkesî serpêhatiyên cihê lê dijîn vegotin. Bi salane em li ser rêveberiyên herêmî, rêxistinên jinan û têkoşîna jinan nîqaşan  dikin. Çima em di van salên dawî de ketine nava hin xitimînan? Astengiyên li pêşiya me çi ne? Me pirsgirêk tesbît kirin û me çareserî pêş xist.”   ROLA JINÊ YA DI MEKANÎZMAYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE    Di berdewamê de Başalan got ku dema ew qala rêveberiyên herêmî dikin, behsa mekanîzmayeke ku herî zêde jin tê de cih digirin û jin tê de dînamîk dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dizanin bê ka rola jinê ya di vê mekanîzmayê de çiqasî girîng e. Her wiha em li ser tiştên ku dikarin di pêşerojê de pêk bînin axivîn. Yek ji xalên herî girîng ew e ku rêveberiyên herêmî bi hemû mekanîzmayên xwe, pêwendiyên xwe yên bi komele û platformên jinan ên li Tirkiye û çar parçeyên Kurdistanê re xurt bikin. Divê ev têkilî her dem zindî bin. Ji ber ku em dizanin ku em dikarin hevdu fêm bikin, pirsgirêkên xwe parve bikin û çareseriyeke kolektîf pêş bixin. Divê pirsgirêka Silopiyayê ne tenê ya Silopiyayê be. Divê çareseriya vê li Stenbol, Mêrsîn û Amedê jî hebe. Ger hemû jin tev li vê têkoşînê bibin, ger em qala hevgirtina xwe ya sînoran nas nake bikin, wê demê divê vê bigihînin mekanîzmayên fermî jî.”    MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş