Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin 2023-10-09 14:14:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Serêkaniyê yê di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên wê paramîleter de ye, 2 jinên ciwan hatin qetilkirin.    Li bajarê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê ku din kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter yên girêdayî wê de ye, 2 jinên ciwan hatin qetilkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) kus partiye daxuyaniya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR); kesekî ji Serêkaniyê piştî ku îşeknce 2 jinên ciwan kiriye, bi guleyan ew qetil kirine.    Şêniyên gundê Diwêra yê bi ser bajarê Serêkaniyê ve di 30’yê tîrmehê de jî cenazeyê jineke ciwan a 17 salî dîtibûn. Ew jin bi çeke hatibû kuştin.