TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir 2023-10-02 17:06:38   ÊLIH - TJA’yê tacîza zayendî ya 6 çawişên pispor li Wanê li jinan kirî protesto kir û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku tacîz û tecawizên endamên şerê taybet ên dewletê asayî bibin. Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir.”    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyekê tacîza zayendî ya duh li Wanê 6 çawişên pispor li jinan kiribû protesto kir. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê hate dayîn. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk û Partiya Çepên Kesk jî tev li daxuyaniyê  bûn.    'GEL BERTEKA XWE YA REWA NÎŞAN DA’    Ji aktîvîstên TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz di daxuyaniyê de got ku xelkê Wanê bertekeke mezin nîşanî tacîzkirina jinan daye û ev tişt anî ziman: “Gel, berteka xwe ya rewa û mafdar nîşan da. Hêzên ewlekariyê jî ji bo rewakirina tacîzê hewl da hêrsa gel bifetisînin. Weke tevgera jinan em ê destûrê nedin ku tacîz û tecawizên bi destê endamên şerê taybet ên dewletê tên kirin bên asayîkirin. Îktîdara şer a ku ji têkoşîna jinan ditirse û jinan ji bo xwe weke gefekê dibîne, li dijî jinan şerekî topyekûn daye destpêkirin. Îktîdara ku tevahiya nirxên exlaqî winda kirine û dijminatiyê li civakê dike, li şûna cezakirina tecawizkarên biunîforma, wan diparêze.”   'KESÊN BIUNÎFORMA LI DIJÎ CIVAKÊ SÛCAN DIKIN’   Yildiz, axaftina xwe wiha qedand: “Kesên biunîforma li dijî zarok û jinan sûcên zayendî dikin. Îktîdara ku Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kirî û ber bi întîharê ve birî parastî, cerdevan Yakup A. yê ku li Mêrdînê bi rêya şantajê bi awayekî sîstematîk tecawizî jina ciwan a 22 salî kirî jî parast. Gelek çeteyên bi vî rengî li Kurdistanê sûcên tecawizê kirin û nehatin cezakirin. Polîtîkaya necezakirinê ku li Kurdistanê ji hêla îktîdarê ve weke polîtîkaya şerê taybet tê meşandin, ji bo tecawizkarên biunîforma qad vekir. Ev tecawizkarên biunîforma ku ji vê polîtîkayê cisaretê digirin, li Kurdistanê her roj destdirêjiyê li jin û zarokan dikin. Dê têkoşîna me ya li dijî sûcên kesên biunîforma bidome.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.