Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir 2023-09-20 17:25:35   ŞIRNEX- TJA’yê li Botanê starta kampanyaya “Jin jiyan azadî ber bi azadî” dan.    Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) starta kampanyaya “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” da. Starta ku li ber avahiya rêxistina Partiya Çepên Kesk hat dayin, parlementerên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, Ayşegul Dogan, Adalet Kaya, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin tevlî bûn. Di starta kampanyayê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê” hat vekirin. Her wiha dowîzên wekî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Bimre xiyanet” û wêneyên jinan hatin rakirin.   Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Zîlan Yamanê ve hat xwendin.    ‘PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ’    Yamanê diyar kir ku li dijî polîtîkayên tunekirinê yê dewletê ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Ev polîtîkayên wan yên rûxandinê bê guman ji şerê li dijî jinan û gelan cuda nîn e, îktidara AKP-MHP şerek qirêj û gelek ali li ser jinan û li ser gelê me dimeşîne.Bi taybetî jî li Rojava û başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî yên li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdan û jinên vê têkoşînê, encamên vî şerî kûrtir kiriye. Di vê çarçoveyê de, em di pêvajoya vê kampanyaya xwe ya ku li dijî şer ‘berxwedanê’ û ‘nirxa azadiyê ya vê berxwedanê’ dihundirîne bi dengekî bilind diyar dikin, di serî de sazî û dezgehên navneteweyî, tevahiya derdorên demokratîk û raya giştî ya cîhanê, divê li hemberî vî şerî û dagirkeriyê bin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê.”   ‘EM TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ DIDIN’    Yamanê bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê di nava civakê de alozî rû didin û wiha domand: "Em weke TJA’yê têkoşîna hebûnê didin. Ji bo ku em bi zimanê xwe yê dayîkê, çanda xwe û nasnameya xwe jiyan bikin tedikoşin. Bê guman; van êrîşên piralî yên ku li hemberî jinan û bi awayekî giştî li tevahiya jiyanê tên kirin, encama rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ne.Her ku polîtîkayên tecrîdê yên ji çaryeka sedsalekê zêdetir ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dibin, di serî de qirkirina jinê; pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û xwezaparêziyê jî dê bi heman awayî kûr dibin.”    ‘MUXATABÊ PIRSGIRÎKÊN CIVAKÎ ÎMRALI YE’    Yamanê di berdewamê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: "Li ser vê bingehê, wek TJA, em careke din dibêjin ku di serî de pirsgirêka Kurdan, muxatabê tevahiya pirsgirêkên civakî Îmrali ye.Em baş dizanin rejîma tecrîdê ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, li hemberî bîrdozî û paradîgmaya ku wî bi pêş xistiye ye.”   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Yamanê da zanîn ku encax bi têkoşîneke hevpar encam heybet be û ev bang li jinan kir: "Em careke din bang li tevahiya jinên Tirkiyeyî, rêxistinên femînîst, çalakvanên jin û tevahiya jinên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin kampanyaya me. Li hemberî tevahiya êrîşên li dijî hebûna  jinê, bi pêşengiya jinan, em ê daxwaza azadiya civakî mezin bikin. Werin em hemû bi hev re, li her derê, biqirîn û bibêjin; Bi Jin Jiyan Azadiyê, ber bi Azadiyê ve.”   Starta kampanyayê bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.