Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin 2023-09-20 12:55:39 AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîda girankirî ew e ku fikrên birêz Ocalan negihin gelan. Heta ku tecrîd bê şikandin û Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome.”   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica, li Buroya Şewirmendiya Navenda Giştî ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Sarica ya têkildarî rojeva jinan nirxandin kirin bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Sarica, anî ziman ku li Îmraliyê her ku diçe tecrîd kûrtir dibe û wiha got: “Her ku tecrîd kûrtir dibe bandorê li gelê kurd, li civakê û li Rojhilata Navîn dike. Armanca bingehîn a tecrîda girankirî ew e ku fikir û ramanên gel negihin gelan. Em jî heta ku tecrîd were şikandin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bimeşînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Kûrkirina tecrîdê li ser girtîgehan jî bi bandor bibe. Rojên derbasbûyî li Agiriyê bi benê berazan îşkence li jinên girtî hate kirin û gefa kuştinê li wan hate xwarin. Ne tenê li Agiriyê li hemû girtîgehan zext û îşkence heye. Jinên têkoşer tu caran paş ve gavê naavêjin. Em li girtîgehê jî bin li derve jî bin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘JINAN ASTENGÎ NASNEKIRIN’    Sarica, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîniyê de ew bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Bi ser qetilkirina Jîna Emîniyê re salek derbas bû. Çirûskeke biçûk bû û bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ belavî hemû cîhanê bû. Rejîma Molla û hêzên zextker li Îranê dîsa xwe nîşan dan. Di bîranîna Jînayê de bav û apê wê jî di nav de bi hezaran kes hatin binçavkirin. Tê xwestin ku jin bên astengkirin. Di serî de li Îranê jinan li tu derê cîhanê astengî nas nekirin.”   ‘EM Ê YEKITIYA XWE XURT BIKIN’    Sarica, diyar kir ku PDK di dîrokê de her tim li ser xeta îxanetê meşiyaye û wiha lê zêde kir: “Em weke kurdan bi hev re hene û bi yekitiya xwe xwe bidin nasîn. Daxwaza Serokkomarê dewleta tirk û Barzanî şer e. Hem bi awayê aborî hem jî siyasî paşketin e. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi şerê di nava gel de xwe li ser piyan bihêlin. Êrişî her derê dikin. Em weke DBP hefteyeke çalakiyan dikin û dibêjin em xiyanetê qebûl nakin. Me li Silopiya, Gever, Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin. Li dijî çalakiyên hatin kirin êrişî gel hate kirin. Kesên beriya 100 salan Kurdistan parçe kirin îro dîsa hewl didin parçe bikin. Ji bo yekitiya kurdan xebat tên meşandin. Di demekî ku kurd evqas nêzîkî statuyê bûn de bi Barzanî tê xwestin ku kurd bên parçekirin. Ta ku em hebin em ê yekitiya xwe xurt bikin. Heke li cihekî şer hebe ji vî şerî herî zêde jin bi bandor dibin. Jin li her derê rola pêşeng dilîzin. Em destkeftî û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê qet destûrê nedin ku hûn dest bidin destkeftiyên me. Em ê destûr nedin ku hûn xiyanetê li gelê kurd bikin.”   POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Sarica, qala polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên birêvebirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî li ser jinên kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Kesên li navçeya Geverê tecawizî Esraya 13 salî kirin hatin berdan û Esrayê xwe kuşt. Ji ber ku got dengê wê nehate bihîstin. Li Mêrdînê 3 cerdewan tecawizî jina 22 salî dikin. Ev cerdevan jî tên berdan. Li Kurdistanê ji bo başiya jinan biryar nayên dayîn. Zilamên nêzî dewletê tên parastin. Ev êriş encama polîtîkayên şerê taybet in.” Sarica, bi lêv kir ku yek ji pêkanînên şerê taybet jî şandina cenaze û cilên kesên jiyana xwe ji dest dane bi kargoyê ye.”   Sarica, qala kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” daye destpêkirin da û diyar kir ku jin wê li her derê têbikoşin.   BANGA JI BO DANIŞÎNÊ    Sarica herî dawî ji bo danişîna Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku dê di 22’yê îlonê de li Nisêbînê bê lidarxistin û danişîna aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn a dê di 28’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.