Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn 2023-09-19 11:32:56   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, dê starta kampanyaya xwe ya di serî de tecrîd, şer, komkujiya jinan, talana xwezayê di gelek serenavan de 6 mehan bimeşîne, li Şirnex û Stenbolê bide.    Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona kampanyayê ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” heta 8’ê Adara 2024’an berdewam bike, di 15’ê îlonê de li Rihayê bi tevlibûneke berfireh ji rayagiştî re aşkere kir.    Di çarçoveya kampanyayê de hat gotin ku ew ê di gelek mijarên weke tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê, şer, talankirina xwezayê, binpêkirinên li girtîgehan û komkujiyên li dijî jinan de têkoşînê bi rêxistin bikin û her wiha bal kişandin ser rêxistinbûyîna çalakiyan.   STARTA EWIL LI SILOPIYA YE   Starta kampanyayê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê dê li du navendan bê destpêkirin. Dê di 20’ê îlonê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê starta kampanyaya 6 mehan bê dayîn. Bi dayîna starta kampanyayê ya lingê Kurdistanê re wê her bajêr bernameya xwe ya amade bike û dest bi kar bike.    Starta duyemîn a kampanyayê ku lingê Tirkiyeyê ye dê li Stenbole bê dayîn. Kampanya dê di 23’yê îlonê de bi tevlibûneke girseyî bê lidarxistin. Di aktivîteya ku jin dê bi cil û bergên xwe yên netewî tê de cih bigirin de ji bilî axaftinan, pêşandana sînevîzyonê ku dîroka têkoşînê ya jinan weke mijar digire dest û stran dê bên guhdarkirin.    Piştî destpêkirina startên her du navendan, jin dê di çarçoveya kampanyaya 6 mehan de bi hin rêze çalakî û aktîvîteyan heta 8’ê Adara 2024’an li qadan bin.    ROJEVA BINGEHÎN TECRÎD E   Hevseroka Partiya Çepên Kesk Elfesya Nas, qala girîngiya kampanyayê kir û wiha got: “Weke tê zanîn bi salan e li herêma Botanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di encama van polîtîkayan gelek jin hatin qetilkirin. Dosyayên faîlên ku jin qetilkirin an bi bêcezatiyê encam girtin an jî cezayên weke xelatan hatin dayîn. Li dijî van polîtîkayan kampanya hate destpêkirin. Li Silopiyayê piştî starta bê dayîn, dê mal bi mal, tax bi tax û gund bi gund serdan bên kirin. Ji bilî vê dê civînên jinan jî bên kirin.”   Nas, a bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike û wiha berdewam kir: “Tecrîd bi taybetî bandorê li jinan dike. Abdullah Ocalan e ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ aniye ziman. Ji ber di ferqa vê de ye tecrîd tê girankirin. Bi qûtbûna têkiliya Ocalan re şer hate kûrkirin, tevî vê yekê krîza aborî, qirkirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan zêde bûn. Heke têkiliyek bi Abdullah Ocalan re hebûya rewşa welat da baştir bûya. Li dijî vê em ê li her malê di serî de tecrîdê û bi vê yekê re polîtîkayên şerê taybet em ê vebêjin. Armanca bingehîn a kampanyayê ew e ku ji nû ve têkilî bi Abdullah Ocalan re bê dayîn û pêkanîna azadiya Ocalan e.”   LI KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ JIN DERDIKEVIN QADÊ    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zîlan Yaman jî ji bo tevlibûna kampanyayê li hemû noxteyan xebateke zêde heye û wiha got: “Yek ji lingekî girîng ê kampanyayê jî şikandina tecrîdê ye. Heta ku tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin jî em dizanin ku civak azad nabe. 30 meh in ji Îmraliyê agahî nayên wergirtin. Careke din derkete holê ku di vê pevajoyê de herî zêde jin rastî polîtîkayên dewletê hatin. Li dijî van hemû pirsgirêkan dê hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê rojev bibe tecrîd, tundiya li ser jinan û şerê taybet. Di çarçoveya van serenavan de jin derdikevin qadê.”