Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin 2023-09-16 09:03:26   AMED - Aktivîsta TJA'yê Emîne Înan anî ziman ku dê bi kampanyaya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve"  hevdîtinan bi hezaran jin re bikin û got: "Em ê tecrîdê rakin û rê nedin polîtîkayên şerê taybet."    Tevgera Jinên Azad (TJA), deklerasyona kampanyaya xwe ya ku dê bi dirûşmeya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" heya 8'ê Adarê Roja Jinana a Cîhanê bidome, eşkere kir. Di çarçoveya kampanyayê de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê û zextên li ser zimanê zikmakî hatiye destpêkirin, jin dê li bajar, navçe û taxan bi jinan re bicivin. Aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan behsa armancên kampanyayê kir û got ku dê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.    AZADIYA ABDULLAH OCALAN   Înan anî ziman ku wan kampanyaya xwe li Rihayê, li bajarê mîmarê felsefeya "Jin jiyan azadî" Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got ku piştî deklerasyonê dê li Stenbol û navçeya Silopiya ya Şirnexê starta kampanyayê bidin. Înan anî ziman ku jin dê di çaçroveya kampanyayê d eheya 8'ê Adarê li qadan bin û got ku armanca wan a sereke şikandina pergala tecrîda Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ   Înan bilêv kir ku bi pergala tecrîdê armanc malaştina bîra civakî ye û wiha pê de çû: "Ji roja ku birêz Ocalan anîne Tirkiyeyê heya niha tecrîd heye. Birêz Ocalan 25 sal in ji bo aştiyê û jiyana pevre ya gelan li ber xwe dide. Û vê têkoşînê pêşî ji bo jinan dike. Ê ku cara ewil wateya jin û jiyanê bilêv kiriye birêz Abdullah Ocalan e. Wî wateyek lê bar kiriye û ew kiriye felsefeyek e. Û ev di jinê de bi ruh û can bû. Ev felsefeya ku bi ruh û can bû, xwe gihand bi milyonan kesî û hê jî li seranserê cîhanê belav dibe. Bû dirûşmeyeke gerdûnî."    JIN DÊ LI QADAN BIN   Înanê ragihand ku dê di çaçroveya kampanyayê de her meh di nava çalakiyan de bin û got: "Em ê heya 25'ê Mijdarê li ser pêvajoya perwerdehî û rêxistinkirinê bisekinin. Em ê di vî warî de li qadan bin. Em gelê kurd û jin rastî gelek zextan tên. Lewma rol û rista vê kampanyayê girîng e. Hem tecrîd hem perwerdehî hem jî rêxistinkirin dê hev du temam bikin."    BANDORA TECRÎDÊ YA LI SER JINAN   Înan detsnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê rojeveke wan a sereke ye. Înan destnîşan kir ku tahdeya li jinê tê kirin, qirkirina jinan û polîtîkayên şerê taybet girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û got: "Tecrîd bandoreke mezin li jinan dike. Sîrateyî tevahiya civakê, jinan û ciwanan kiriye. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li Girava Îmraliyê pêkanîneke tecrîdê heye û yê beêdla herî giran a vê pêkanînê dide jî jin in. Ji krîza aborî bigire heya qirkirinê ji bi her awayî tecrîdê hîs dikin. Ji lew re jin, bi felsefeya 'jin, jiyan, azadiyê' xwedî li vîna xwe derket. Li dijî vê vînê êriş çêbûn. Jinan ev têkoşînê bi ruh û can kir. Lewma tecrîd hat girankirin. Ger tecrîd tune bûya, dê polîtîkayên şerê taybet jî tune bûna."    ‘EM Ê XWE BIGIHÎNIN BI HEZARAN JINAN'   Înan bilêv kir ku dê di çaçroveya kampanyayê de xwe bigihînin bi hezaran jinan û têkoşînê bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê xwe bigihînin derdorên cuda û em ê dirûşmeya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' bêtir bi ruh û can bikin. Di vî warî de qethiyen em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet û vê kampanyaya xwe bidomînin."   MA / Eylem Akdag