Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir 2023-09-16 09:02:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafên jinan Sara Aktaş diyar kir ku "Jin jiyan azadî" veguheriye tevgereke hevpar a jinan û got ku yê ev felsefe çêkiriye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û yê pêk aniye jî jina kurd e.    Felsefeya "Jin jiyan azadî" ku bingeha têkoşîna 45 salan a tevgera azadiyê ya kurd de, salek e di serî de li Rojhilatê û bi giştî jî li Rojhilata Navîn wekî avakirina jiyaneke nû bi ruh û can dibe. "Jin jiyan azadî" ku ji bîrdoziya azadiya jinan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vejiyaye, ji dirûşmeyekê wêdetir wekî dirûvê avakirina pergaleke nû bi ruh û can dibe.    Jinên îranî yên li dor vê felsefeyê kom bûne, ev salek e li hemberî rejîma molayê li ber xwe didin. Aktîvîsta mafên jinan Sara Aktaş felsefeya navborî û têkoşîna dîrokî ya jinan a Îranê nirxand.    SERÎHILDANEKE XWEDÎ MÎRATEYEKE DÎROKÎ   Aktaş bilêv kir ku serîhildana "jin jiyan azadî" ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû, bi taybetî bû rojeveke sereke ya tevgera jinê ya Kurdistanê. Aktaş destnîşan kir ku ev serhildanê xwedî mîrateyeke dîrokî ye jî û wiha got: "Mirov dikare behsa du demarên berxwedana dîrokî yên bingehîn ku vê çalakîbûnê gur kirin. Yek; çanda zexm a ku Îran xwe disipêrê û têkoşîna jinan e. Her wiha ev erdnîgarî bi kevneşopiya xw eya dîrokî û çanda berxwedanê ya civakî, cihwarekî berxwedanê yê li dijî şaristaniya navendî û pergala dewletê ye. Bi qasî ku em ji dîrokê dizanin navendeke sereke ya serhildanên Hurremiyan, Mazdekan û Babekê ye. Her wiha erdnîgariya ku Hurrem Bînt-î Kade, Banû Khorremdîn, Aferît, Quretulayn, Mîna Qazî û Qedem Xêrê û cihwarê li dijî feraseta mêrsewer e."    Aktaş bilêv kir ku jin di serdema Monarşiyên Qaçar û Pehlewiyan de li hemû qadên jiyanê dînamîkeke girîng bûne û got ku rêxistinên jinên welatparêz ên di sala 1906'an de hatine avakirin, di berxwedana li dijî Xanedana Qaçarê de xwedî rol û risteke girîng bûne. Aktaş anî ziman ku jinên Îranî cara ewil di vê pêvajoyê de wekî aktoreke civakî derketine holê û doza bidawîbûna cihêkariya li hemberî jinan kirin. Aktaş wiha domand: "Motîvasyona sereke ya tevgerên jinan ên piştî 1976'an derketin holê jî, ew bû ku jin wan mafên xwe yî bi şoreşê ji destçûyî car din bi dest bixin û di qada cemaweriyê de mecbûrîbûna sergirtinê bê betalkirin."    Aktaş bi berdewamî li ser têkoşîna jinan a li Îranê sekinî û bal kişand ser 20 salên dawî yên li Îranê. Aktaş destnîşan kir ku bi taybetî di 20 salên dawî de li Rojhilatê û Îranê gelek pirsgirêkên civakî rû dane û bal kişand ser qeyrana aborî, zextên siyasî, sînordarkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, qanûna sergirtinê û gelek pêkanînên zayendparêz-dînparêz-faşîst û geleks erîhildanên li dijî van pêkanînan. Aktaş bilêv kir ku mirov nikare van rûdanan li derveyî vê damara berxwedanê ya dîrokî binirxîne.    AFIRÎNERÊ VÊ DIRÛŞMEYÊ ABDULLAH OCALAN E   Aktaş bilêv kir ku mirov dikare ji bo vê berxwedana ku li dor dirûşmeya "jin jiyan azadî" li pêş ket bibêje ku ev kêliyeke pêngavî ya dîrokî û dînamîkeke şoreşî afirandiye û ev tişt gotin: "Gelekî hat nîqaşkirin ku dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' ya kê ye. Lê belê ji vê girîngtir, kî ruhê vê geş kiriye û kê ev dirûşme veguherandiye felsefeyeke berxwedanê. Ev dirûşmeya ku maka wê Kurdistan e, di rênîşanderiya Rêber Apo de ji aliyê tevgera jinê ya kurd li Kurdistanê hatiye destpêkirin û pêşxistin û bûye nexşerêya jiyan û têkoşînê. Ango afirînerê vê dirûşmeyê rêberê bîrdozî yê tevgera jinê ya kurd Rêber Abdullah Ocalan e. Bê guman di gelek zimanên di koma çanda aryeniyê de peyvên 'jin' û 'jiyan' ji heman kokê tên. Lê Rêberê Apo 'azadî'yê jî li vê kokê zêde kiriye. Lewma bi ya min ê ku ruh daye vê dirûşmeyê û ew çêkir Rêber Apo ye û yê wê bi ruh û can kiriye jî bi pêşengiya jinên kurd hemû jin in. Ji lew re Rêber Apo bi tespîta xwe ya 'Jiyana bi efsûn li vir vejiya; li Kurdistanê wekî jin û jiyanê pêk hat. Lê piştî bi hezaran salan jiyan vê carê di hiyerarşî û desthilatdariya dewletan de di berbiçavkirina jin û jiyanê de li heman cihwaran hat windakirin' dide der ku bê ev dirûşme xwe disipêre çi."   ''JIN JIYAN AZADÎ' NE DIRÛŞMEYEK E, MANÎFESTOYEKE TÊKOŞÎNÊ YE'   Aktaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Jin jiyan azadî' ne dirûşmeyek e, manîfestoyeke têkoşînê ye. Hêza xwe ji bîr û baweriya ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê digire. Dide der ku gava hemû dînamîkên civakî li dor 'jin'ê kom bibin, bê çi qas bihêz û zornebirî ye. Ew qîrîn e ku ji cîhanê re dibêje tu tişt ji azadiyê û jiyaneke birûmet ne biqîmettir û bihêztir e. Tê wateya ku ev îrade bibe îradeyeke civakî û veguhere berxwedaneke gerdûnî. Helbet piştgiriya global a di heyamên ewil ên serîhildanan de û li seranserê cîhanê çalakiya porqusandinê di herikîna şoreşa 'jin, jiyan, azadiyê' de roleke girîng lîstiye. Li seranserê cîhanê li dijî faşîzma dînî ya zayendparêz wêrekiya berxwedanê birêxistin kiriye û beriya her tiştî jî careke din hêviya serketinê bi ruh û can kiriye. Ev bi awayekî pir eşkere û zindî daye der ku dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinê. Ya herî girîng jî ya ku pêşengiya vê sedsalê motîve dikin jî têkoşîna radîkal a jinên kurd e."    Aktaş di dawiya nirxandina xwe de bilêv kir ku hêla mayinde û esas a pêvajoya şoreşî ya "jin jiyan azadî" ew e ku daye der ku jiyaneke azad û wekhev a ji bo hemû mirovahiyê pêkan e. Aktaş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lewma pêvajoya şoreşî ya 'jin, jiyan, azadî'yê di dîroka mirovahiyê de pir zêde cihekî birûmet heq kiriye. Û serketina vê şoreşê û binketina wê jî tenê ne gelê kurd û jinan, hemû gelên li herêmê û tevgerên jinan ên cîhanê eleqedar dike. Lewma peywira jiyanî ya kesên ehlê demokrasî û wekheviyê û kesên li cem bindestan in û kesên yeqîn dikin cîhaneke din pêkan e ew e ku xwedî li pêvajoya şoreşî ya 'jin, jiyan, azadiyê' derkevin, piştgiriya wê bikin û ya herî girîng jî vê şoreşê wekî şoreşa xwe û siberoja xwe bihesibînin."   MA / Bêrîvan Kûtlû