Daneyên tundiyê yên JINNEWS'ê: 28 jin hatin qetilkirin 2023-09-06 10:04:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha tebaxê ya JINNEWS'ê 28 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 21 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 jin jî ji mirinê rizgar bûn e.   Li gorî nûçeya JINNEWS'ê; li Kurdistanê û Tirkiyeyê tundiya li ser jin û zarokan her diçe zêde dibe. Rêxistinên jinan diyar dikin ku tundiya zêde dibe sedema jî ji gotinên desthilatdariya mêr e û bûyer vê tespîtê piştrast dikin. Polîtîka bêcezahiştin û kêmkirina ceza ya ji bo kujer û faîlan jî pêşiya qetilkirinan vedike û bi vê yekê kujer tên xelatkirin.   Li gorî daneyên ku ajansê ku berhev kirine di meha tebaxê de 28 jin  û 2 zarok hatine qetiklirin, 21 jin û du zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane û 4 jin jî bi hewldana qetilkirinê re rû bi rû man e.    17 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 4 jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikirin ve û 3 jin jî ji aliyê mêrên ku di asta hevberdanê de bûn ve hatin qetilkirin. Jinek ji aliyê mêrekî ku nas nedikir ve hat qetikirin. Gumanbarê jinekê jî nehat zanîn ku naskirina wî heye an na.   Li Stenbolê 6, li Orduyê 1, li Enqereyê 2, li Denîzliyê 2, li Bursayê 2, li Antalyayê 2, li Edenê 3. Li Konyayê 2, li Nevşehîrê jinek, li Nîgdeyê jinek, li Balikesîrê jinek, li Hatayê jinek, li Rihayê jinek, li Semsûrê jinek, li Kocaeliyê jinek, li Gîresunê jinek û li Tekîrdagê jî jinek hat qetilkirin.