‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’ 2023-09-01 10:02:30 AMED - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê girtî ye û di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. 30 meh in tu xeberek ji Ocalan nehatiye wergirtin. Ji bo hevdîtina li gel wî jî çi serlêdan tên kirin, hemû tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Emîne Înan anî ziman ku li dijî tecride girankirî ya mutleq felsefeya Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kes û ew wek jin bi bawer û biryar in ku dê tecrîdê rakin.    Emîne Înan   ‘DIXWAZIN BI TECRÎDÊ BÊHAFIZE BIHÊLIN’    Înan da zanîn ku tecrîd ji Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dest pê dike û got: “Polîtîkaya tecrîdê pêvajoyek ku bi 9’ê Cotmehê dest pê dike ye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di sala 1999’an de di encama komployek mezin de anîn Tirkiyeyê. HemTirkiyeyê û hem jî hêzên navneteweyî felsefeya Abdullah Ocalan kirin hedef. Ji roja ku pêvajoya li Girava Îmraliyê dest pê kir û heta niha bi hincetên cuda hevdîtinên parêzer û malbatê tên astengkirin. Tecrîd îzolasyon e, dixwaze kes ji civakê qut bike, bênasname bihêle û bêhafize bihêle. Her çiqas ev sepan li ser birêz Abdullah Ocalan tên kirin jî ew bi paş ve gav neavêje û her tim ji bo aştî û diyalogê peyaman dide.”    ‘PARADÎGMA MUDAXILEYA LI SERDESTIYÊ YE’    Înan da zanîn ku heke bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbibin dê pêvajoya krîzan bi dawî bibe û Ocalan li dijî pergala faşîzmê û antîdemokratîkbûnê paradîgmaya demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinan wek alternatîf pêşkêşî gelan kir. Înan diyar kir ku paradîmaya Abdullah Ocalan mudaxileya li pergalên serdest in û got: “Li welatek nedemokratîk hertim qetlîam çêdibin û her tim zext li ser civakê tên kirin û gel ne li gorî xwesteka xwe, xwe bi rê ve dibe. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê yekê qebûl nekir û di serî de rêberiya kurdan û hemû gelan kir û têkoşiya. Lewma her ku diçe tecrîd girantir dibe. Çimkî desthilatdarî ji bo ku serdestiya xwe bidomîne naxwaze ku paradîgmayek azadîxwaz bikeve meriyete û naxwaze muxatabê wê bibe. Li dijî vê jî tecrîdê didomîne.”    ‘HER KU TECRÎD BIDOME DÊ KRÎZ ZÊDETIR BIBIN’    Înan ku got, “Tecrîda herî dijwar bi serê gelan ve hatiye” û wiha axivî: “Belê rast e, 25 sal in ev tecrîd heye lê belê gel her carê di 8’ê Adarê de, di Newrozê de û di hemû mitîng, civîn û hevdîtnên din de her kes tîne ziman ku birêz Abdullah Ocalan tekane muxatab e. Niha îro jî sedemên krîzên heyî, talan xwezayê, kuştinên jinan bi tecrîdê ve girêdayî ye. Em ji vê re dibêjin qirkirin. Ji ber paradîgma û pêşbîniyên birêz Abdullah Ocalan rast in û bi milyonan da pey wî demildest tecrîdê dixin dewrê.”    FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ GIHÎŞT MILYONAN    Înan destnîşan kir ku tevî hemû dijwariya tecrîdê jî paradîgma û felsefeya Abdullah Ocalan gihîştiye bi milyonan kesanû wiha got: “Heke îro jin dikaribin xwe bînin ziman û dibin îrade, ev yek encama felsefeya Rêberê Gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin. Êdî îro tenê ne bi hezaran bi milyonan kes tenê ne li Tirkiyeyê jin li her devera dinyayê dibêjin bedela wê çi dibe bila bibe têkoşîna xwe didomînin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya ku ji felsefeya birêz Abdulah Ocalan peyda bû, li tevahiya cîhanê belav bûye. Yên ku ne ji netew, ziman û çanda me jî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ watedar dibînin û berz dikin. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ketiye meriyetê û êdî wê wek jiyanê ji nifşan derbasî nifşan bibe. Di her çalakî û şahiyan de ev dirûşm olan dide. Jin nîşan didin ku vê îradeyê, nasnameyê û hafizeyê bi xwe ve girêda ne. Çimkî Rêberê Gelê Kurd di her warî de xwest jin bibin îrade û xwedî li civaka polîtîk a ehlaqî û hebûna xwe derkevin. Birêz Abdullah Ocalan kesên ku xwestin jinan biavêjin plana paşê dahûrand û vê yekê pêşkêşî jinan kir. Em vê îradeyê bi Abdullah Ocalan ve girê didin û nirx didinê. Li Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê êdî jin bûne îrade û têkoşînek jinan a ku ji milyonan derbas kiriye heye.”    ‘JIN LI DIJÎ TECRÎDÊ DÊ SEFERBER BIBIN’    Înan anî ziman ku jin bi bawer û biryar in ku dê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan rakin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas ew tecrîdê disepînin bila bisepînin, ew hafize her ku diçe xwe nûjen dike. Ew felsefe her roj din jîn û hebûn. Em ji bo ku tecrîd bê rakirin çi ji destê me were em ê bikin. Em ê li taxani li kolanan hemû derfetên xwe seferber bikin. Ji bo tecrîd bi temamî ji holê rabe divê em hin bêtir têkoşîn û hewl bidin. Pêşengên vê hewldanê jî em jin in. Pergal dixwaze bi tecrîdê felsefeya birêz Abdullah Ocalan ji hişê jinan bê paqijkirin. Lê jinan ji bo vê yekê bedelek giran da. Her çiqas jin hatin girtin, bi tundiyê re rûbirû man, hatin qetilkirin jî lê jinan got çi dibe bila bibe em ê xwedî li ‘Jin jiyan azadî’ derbikevin û di rakirina tecrîdê de bi biryar in.”    MA / Eylem Akdag