Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin 2023-08-24 11:56:25 HATAY  - Cenazeyê jina bi navê Yasemîn Unlu hate dîtin ku piştî ji mala xwe derketî tu agahî jê nehatibûn girtin û 7 roj bûn winda bû.    Jina bi navê Yasemîn Unlu (36) ku li Taxa Yunushan a navçeya Altinozu ya Hatayê dijiya, di 15’ê tebaxê de ji malê derket û êdî venegeriya malê. Piştî îxbara windabûnê ya malbata wê, xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Komên lêgerînê di 22’yê tebaxê de li taxên Akdari û Akamberê lêkolîn kirin û cenazeyê Unlu di nava zeytûngehekê de dîtin.    Cenazeyê Unlu ya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê. Di pêşotopsiya Unlu de derket holê ku ji tî û birçîtiyê jiyana xwe ji dest daye.