Meclisên Jinan ên HDP’ê û Çepên Kesk li Îzmîrê konferans li dar xistin 2023-08-21 15:25:16     ÎZMÎR - Meclisa Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo têkoşîna jinan a serdema nû berfireh bike, konferansek li dar xist.    Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Îzmîrê ji bo polîtîkayên serdema nû ya bê diyar bike li avahiya HDP’a Îzmîrê konferansek li dar xist. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa “Em xwe bi raperîna xwe birêxistin dikin, em azadiya xwe diparêzin” hat daliqandin. Gelek jin tev li konfernasê bûn.    Konferansê bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê Elîf Bûlût axaftina destpêkê ya konferansê kir û bi bîr xist ku wan piştî hilbijartinê li hemû herêman civînên gel li dar xistin e û ji bo amadekariyên serdema nû konferansan li dar dixin.    Bûlût anî ziman ku ew li ser kêmasiyên di pêvajoya hilbijartinê û têkoşîna civakî didin nîqaşkirin û got: “Ji bo em aliyên xwe yên kêm temam û xurt bikin, em van konferansan li dar dixin. Em ê konferansa navendî li Enqereyê li dar bixin. Ev konferansên herêman jî amadekriyên konferansa giştî ye û em ê nîqaşên li vir bibin wir.”    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Bûlût da zanîn ku ew wek jinan neçar in li dijî bloka faşîst têkoşîna hevpar bikin û li cihê ku jin lê ne xurt in hişmendiya zilaman lê xurt dibe û got: “Em ê têkoşîna jinan berfireh bikin. Çimkî herî zêde jin li her qadên jiyanê dixebitin. Her tim hişê zilam û serdest astengiyan bo me derdixin. Em ê hin bêtir têbikoşin û vê pêvajoyê derbas bikin.”   Piştî axaftina destpêkê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.