Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da 2023-08-04 13:58:00 RIHA - Li navçeya Karakopru ya Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Alî Baba ya navçeya Karakopru ya Rihayê jineke ku nasnameya wê nehat zanîn û neçarî întîharê hate kirin, xwe kuşt. Jinê xwe ji banê avahî avête xwarê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.     Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.