Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin 2023-07-17 10:19:42   AMED - Cîgira Serokê Giştî yê PÎA’yê Menîce Gulmez a Lozan weke “rûxandinê” penase kir, diyar kir ku jin wê sedsala nû ji nû ve ava bikin û wiha got: “Jin dê vê axê azad bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) di sedsala Peymana Lozanê ku Kurdistan di nava Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de hate parve kirin bi sernavê, "Jin di salvegera 100’emîn de Lozanê nîqaş dikin" komxebatek li dar xist. Di komxebata ku li Amedê bi boneya sedsaliya Lozanê hat lidarxistin de, mijarên “Di Peymana Lozanê de bandora polîtîkaya zimanên hindikayî li ser ziman û zaravayên kurdî”, “Piştî Lozanê kurd û Kurdistan”,  “Bandorên veguherîna li saziyên perwerdeyê yên ermen ên piştî Lozanê li ser nasname û zimanê ermen”, “Piştî Peymana Lozanê rewşa asûrî-suryanan”  û “Piştî Peymana Lozanê rewşa elewiyan” hatin nîqaşkirin. Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Menîce Gulmez a tev li komxebatê bûyî, encamên Lozanê yên ji bo kurdan û jinan nirxandin.    ÎTÎRAZA JINAN A LOZANÊ    Gulmez destnîşan kir ku komxebat gelek girîng e û diyar kir ku jinên ji çand û netewên cuda tiştên jiyane parve kirin. Gulmez, bal kişand ku jin li dijî polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê yên bi Peymana Lozanê li ser gelan tên ferzkirin xwedî nerazîbûn in û wiha got: “Xebatên bi vî şiklî ku jinên kurd ên di vê erdnîgariya zext, bi xwîn a li Rojhilata Navîn herî zêde zirar dîtine pêşengiyê dikin, wê ji bo telafîkirina zerarên Lozanê, hinekî din mirovan teşwîqî aştiyê bikin û gelan bîrewer bikin bên lidarxistin. Ev dê bibe mînakek. Ev dê bibe mînakek. Divê were destnîşankirin ku di lêkolînên pêş de wê keda jinê hebe, aştî bê jinê nabe û hewldaneke bêyî jinê wê gavekê jî bi pêş ve neçe. Ji niha û pê ve jî wê jin di nav vî karî de bin.”   ENCAMÊN SEKNA PERÇEBÛYÎ   Gulmez, bal kişand ser bandorên Peymana Lozanê yên li ser kurdan û wiha berdewam kir: “Kurdan di wê serdemê de pêvajo baş nexwendin; fikrên parçebûyî cuda cuda hatin pêşkeşkirin, li ser xetên cuda hatin sekinandin, parçebûyîna fîzîkî, hinek din bû sedemê ku kurd parçe bibin. Weke yên li cem dewletê sekinîn an jî serbixwe sekinîn û kesên bi tena serê xwe têkoşiyan û kesên li derve sekinîn…Em dibînin ku hemû hevkarên vê parçebûyînê ne. Li şûna ku em her tim behsa faktorên derve, welatên ku em perçe kirine bikin, tiştên ku wan bi serê me anîne bikin û bifikirin divê em li paş xwe binêrin bipirsin ‘Me çi xeletî kiriye?’ , ‘Mezinên me berê çi xeletî kirin û em van xeletiyan îro didomînin?’”   ÇARESERÎ DI YEKITIYA KURDAN DE YE   Gulmez, anî ziman ku sekna parçebûyî bi gelê kurd dide windakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastiya ku kurd li şûna yekîtiya xwe ya neteweyî biparêzin, parçe bûne û ev parçebûn heta roja îro jî dewam dike, bû sedema kuştin û qirkirina bi mîlyonan kurdan. Lozan cureyekî wêraniyê bû, hê jî didome. Ji ber vê yekê îro kurd di têkoşîna siyasî de tên girtin, di bin zextan de ne û yên ku bi zimanên cuda diaxivin û diparêzin rastî zextan tên. Xelasbûna ji vê yekê bi yekîtiya neteweyî, ji aliyê gelê kurd ve ku li gorî berjewendiyên xwe yên hevpar û bi hev re tevgerkirinê dikare çareser bibe. Em çawa dikarin vê yekê di sedsala duyemîn de ji bo xwe biguherînin, em ê çawa bikaribin tiştên ku me winda kirine bi dest bixin? Bi nîqaş , axaftin û li hev kirinê re em dikarin vê yekê bi hev re veguherînin başiya xwe.”   ‘JIN DÊ VÊ AXÊ AZAD BIKIN’   Gulmez, diyar kir ku herî zêde jin ji şeran bandor dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di Lozanê de hilweşandina ku hişmendiya mêr afirandiye û di peyama ku ji bo xwe avakirine de bi tu awayî jinan tê de cih negirtî ye. Lê jin îro ne jinên wê rojê ne. Ya ku sed sal in pirsgirêk, derd û êşên vê hilweşînê kişandiye jin e. Di pêvajoya pêş de jinên têgihiştî û têkoşer wê hilweşîna ku Lozanê daye, pêvajoyeke aştiyê ya nû û pêvajoyeke nû ya avabûnê ava bikin. Jin wê di sedsala ji niha û pê ve bi avabûneke nû dê vê axê azad bikin.”   MA / Eylem Akdag