Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin 2023-07-13 12:53:37 ÎZMÎR - Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê Kubra O. ji aliyê Mehmet O. ê dev ji hev berdabûn ve hat qetilkirin.    Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê Mehmet O. (39), li naverasta kolanê bi sîlehê Kubra O. ku dev ji hev berdane qetil kir. Faîl paşê jî xwe kuşt. Tîmên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku her du jî mirin e.    Tîmên tenduristiyê her du cenazeyan jî ji bo otopsiye rakirin morga nexweşxaneyê.